Bûldan li ser gora Sîncar got: Me serî netewand, em ê serî netewînin

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li ser gora Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Sîncar got, "Em bi kujeran zanin."

Wekîlên HDP'î, Mehmet Sîncar li ser gora wî bi bîr anîn. Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Sîncar, dema ku çû cihê qetilkirina endamên Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasiyê (DEP) Habîp Kiliç û Hîkmet Kiliç ji bo lêkolînan bike, tevî rêveberê Rêxistina Êlihê Metîn Ozdemîr di 4'ê Îlona 1993'an de bi êrîşeke çekdarî hatibû qetilkirin.

Merasîma bîranînê li Goristana Taxa Firatê (Goristana Şehîdan) a li navçeya Qoserê ya Mêrdînê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altûndag, Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dunda, endamên partiyê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes ji şêniyên herêmê tevlî bûn.

CÎHAN SÎNCAR: KURDEKÎ BI RÛMET BÛ

Di bîranînê de ku bi qedeyeke rêzgirtinê destpê kir, hevjîna Mehmet Sîncar Cîhan Sîncar axivî û destnîşan kir ku tenê sûcekî Mehmet Sîncar hebû, ew jî Kurdbûna wî bû.

Sîncar got, "Mehmet Sîncar Kurd bû, mirovekî bi rûmet bû. Soz da û berdêla vê jî da. Hevalên wî beriya 29 salan soz dan wî û ji hingî ve siyaseta Kurd xwedî li Mehmet derket."

ALÎ YÎGÎT: ÎRO ROJEKE REŞ E

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Yîgît ku dema Mehmet Sîncar hate qetilkirin pê re bû, wiha axivî; "Îro rojeke reş e. Hêzên tarî li Êlihê li ser kar bûn û Mehmet Sîncar ê ji bo mirovahiyê, demokrasî û azadiyê têdikoşiya di hedefa wan de bû. Ji bo dawî li kuştina mirovan bê anîn em li wir bûn. Ji hingî ve kujer eşkere nebûne. Ji xwe bendewariyeke me jî bi vî rengî tune bû. Bila hevrê Mehmet xweş razê, em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wî derkevin."

AHMET TURK: 29 SAL DERBAS BÛN, TAWÎZ NÎNE, TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE

Ahmet Turk jî got, "Têkoşîna Mehmet Sîncar dewam bike" û wiha axivî: "Ji bo azadiya gelê Kurd bi canê xwe berdêleke mezin da. 29 sal derbas bûn, me got ku gelê Kurd wê di demeke nêz de bigihêje azadiya xwe. Êrîşên li ser Kurdan hîn jî dewam dikin. Dewlet ji bo tunekirina destketiyên Kurdan êrîşan dewam dike. Vî gelî ji bo azadî û paşerojê ti carî tawîz neda. Gelê Kurd berdêlên mezin ên hatin dayin ti carî ji bîr nekir, wê ji bîr neke û têkoşînê dewam bike."

PERVÎN BÛLDAN: EM BI KUJERAN ZANIN

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî got, "Em bi kujerên Mehmet Sîncar zanin. Em zanin bê kê fermana kuştina Mehmet Sîncar da û kê ew qetil kir."

Pervîn Bûldan got, "Lê belê tevî ku di ser re 29 sal derbas bûne hîn jî di doza Mehmet Sîncar de kesek nehatiye girtin. Ev yek sîstema hiqûqê û edaleta li Tirkiyeyê careke din radixe pêş çavan."

Pervîn Bûldan anî ziman ku di navbera Tirkiyeya beriya 29 salan û ya îro de tiştek nehatiye guhertin û got, "Tirkiye di salên 1990'î de çawa bû, di salên 2020'î de jî bi heman rengî ye. Qet pêşketin nîne, ne ji aliyê însanî ne jî ji aliyê wijdanî, hiqûqî û siyasî ve pêşketinek li Tirkiyeyê nîne. Di salên 90'î de Kurd li naverastê dihatin kuştin, yan jî li girtîgehan bi êşkenceyê dihatin qetilkirin, çixare li ser bedena wan dihate vemirandin û dihatin kuştin. Îro jî hestiyên Kurdan di kîsikan de radestî bavê wan tê kirin. Hestiyên Kurdan bi kîsikan bi kargoyê ji dayikên wan re dişînin. Ya ku li Kurdan rewa tê dîtin zilm e û hîn jî dewam dike."

KIRYARA LI DIJÎ SEMRA GUZEL

Pervîn Bûldan wiha dewam kir, "Ji wan heye ku eger vê bikin wê Kurd serî bitewînin, çokê deynin. Me gelek kuştin dît, gelek caran êşkence li me hate kirin, em hatinq etilkirin, lê belê me ti carî serî netewand, em ê ji niha û pê ve jî netewînin. Kiryara ku doh li hemberî wekîla me Semra Guzel hate kirin û ya di salên 1990'î de li Mehmet Sîncar û hevalên wî hate kirin weke hev in."

SEMRA GUZEL SERÊ XWE NETEWAND

Pervîn Bûldan bal kişand ser zexta ji bo serîtewandina Semra Guzel û got, "Semra Guzel serê xwe netewand. Ji ber ku Semra Guzel hevrêya Mehmet Sîncar e, hevrêya bi hezaran hevalên me ye ku mîna Mehmet Sîncar hatin qetilkirin. Em careke din soz didin gelê xwe, gelê Kurd, Mehmet Sîncar û hevalên wî; bila dilê we rehet be. Em dersê ji we werdigirin û bi vî rengî hatine vê astê. Bi saya we em siyaseta demokratîk dimeşînin. Lewma em ê ti carî serî netewînin."

Di dawiya bîranînê de girseya gel qurnefîl danî se gora Sîncar.