Bûldan: Jin wê destûrê nedin faşîzmê

HDP ji bo nexşerêya xwe ya nû diyar bike li Wanê kete kampê. Hevseroka Giştî Bûldan qala erk û wezîfeyên serdema nû kir û got, "Jin wê ti carî destûrê nedin sîstema dîktatorî ya faşîst."

Kampa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a ji bo diyarkirina nexşerêya serdema nû li wanê dest pê kir û wê sê rojan bidome. Parlamenterên HDP'yî li gel Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan îro li kampê li hev rûniştin. 

Bûldan di destpêka civînê de axivî û şehîdên Kmkujiay Pirsûsê bi bîr anî. Bûldan got, "Ev komkujiya ku bi destê dewletê û bi hevkariya DAÎŞ'ê hate kirin, divê berpirsyarên wê bên eşkerekirin."

'EM BI SER KET, LÊ KÊMASIYÊN ME JÎ HENE'

Bûldan bi bîr xist ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava şert û mercên giran ên Rewşa Awarte de bi rengekî ne hiqûqî hate kirin û got, "Dixwazim bêjim ku li gel vê yekê jî weke HDP'ê me serketineke mezin bi dest xist. Di civîna xwe ya sê rojan de em ê kêmasiyên xwe baş binirxînin. 38 ji sedî me temsîliyeta jinê bi dest xistine û ev yek ji bo me serketinek e. Me 26 wekîlên xwe yên jin hilbijart. Di nava hemû partiyan de temsîliyeta herî zêde ya jinan li nava HDP'ê ye. Tevî vê yekê jî kêmasiyên me hene û me hîn temsîliyeta wekhev bi dest nexistine. Di pêvajoya hilbijartinê de jin û ciwan gelekî girîng bûn. Têkoşîna herî mezin ji aliyê wan ve hate dayin. Lewma spasiya hemû jin û ciwanan dikim ku tevlî kampanyayê bûn. Hevrêyên me yên jin ên li girtîgehan jî bi ked û peyamên xwe bi me re bûn, spasiya wan jî dikim. Em spasiya hemû rêxistin û saziyên jinan jî dikin."

'JIN LI DIJÎ REJÎMÊ NE'

Bûldan diyar kir, di vê demê de ku rejîma nû bi hilbijartinê kete meriyetê, wezîfeyeke girîng dikeve ser milê HDP'ê û got, "Em li dijî rejîma yekperest û dijminê kedê ne. Dixwazim bêjim ku li dijî vê rejîmê hêzeke me ya xurt a jinan heye. Bi vê hevgirtina jinan wê li dijî rejîma yek zilamî têkoşîneke xurt bê dayin. Di têkoşîna xwe ya wekheviyê de weke jinan me berdêlên giran dan. Bi vê bîr û baweriyê me xetek danîn ber xwe. Me sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev a jin û mêr xistin meriyetê." Bûldan destnîşan kir ku têkoşîna wan a azadiya jinê wê ti carî raneweste, berevajî wê mezintir bibe.

'EM Ê TI CARÎ DESTÛRÊ NEDIN FAŞÎZMÊ'

Pervîn Bûldan diyar kir ku ji roja destpêkê ve weke HDP'ê wan neheqiya li jinan tê kirin timî xistine rojeva parlamentê û bûne deng û hêza jinê.

Bûldan anî ziman ku di serdema 27'an de jî weke koma jinan a HDP'ê wê pirsgirêkên jinan bînin ziman û got, "Li pêşiya me gelek serketin hene ku divê em bi dest bixin. Di vê dema tarî de pêwîstiyeke zêde bi hêza jinê heye. Jinên dilovan wê ti carî destûrê nedin sîstema dîktatorî ya faşîst. Em ê bi hev re bi xurtî têbikoşin."

Di dawiya axaftina xwe de Bûldan diyar kir ku divê parlamentera wan a Colemêrgê Leyla Guven tavilê bê berdan û got, "Leyla Guven divê di nava me de be. Em dixwazin hemû hevalên me yên bi rengekî neheq û bêhiqûqî hatine girtin bên nava me."