Bûldan: Em ê zexta ku li ser sînor li gel tê kirin, qebûl nekin

Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Deriyê Sînor ê Kadikoyê axivî û got: “Zextek mezin li mirovên ku bi armanca dawet, şîn yan jî bazirganiyê diçin Îranê tê kirin; em destûr nadin.”

Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û parlamenterên Partiya Çepên Kesk serdana esnafên li Deriyê Sînor ê Kadikoyê yê li navçeya Serav a Wanê kirin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk a Wanê Zulkuf Ûçar anî ziman ku li erdnîgariya Kurdistanê ambargoyek li ser Kurdî heye û got: “Di tabeleya li vir de hişyariya bi Erebî, Îngilizî û Tirkî heye lê bi bi Kurdî nîn e. Tirs û fikar li hemberî Kurdî heye. Li vir gelek pirsgirêk hene, em ê bibin şopdarên wê. Em qebûl nekin ku nêzîkatiyên cuda li hemberî Kurd, Îranî û Tirkan were raberkirin.”

‘DEMA DIÇIN DAWET Û ŞÎNAN JÎ, RÛ BI RÛYÊ PIRSGIRÊKAN DIMÎNIN’

Pervîn Bûldan jî ev tişt got:

“Gelê me li vir rû bi rûyê gelek pirsgirêkên mezin dimîne. Tevî ku xizmên welatiyên me li aliyê din  heye, dema diçin dawet û şînan jî rû bi rûyê pirsgirêkan dimînin. Em qebûl nakin ku zext li mirovan bê kirin. Li hemberî mirovên ku bi armanca bazirganiyê diçin Îranê, zextek mezin tê kirin. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, em ê bi israr bin.”