Bûldan: Divê em qîrîna Leyla bibihîzin!

Li hemberî tecrîdê û piştgiriya grevên birçîbûnê li Amedê mîtîngeke mezin hate lidarxistin. Di mîtîngê de Leyla Guven hate silavkirin û hate xwestin ku têkoşîna bi Guven re divê were geşkirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Pervîn Bûldan, di mîtînga HDP’ê de axivî ya ku ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê bi dirûşmeya “Demokrasî, Aştî û Azadî” li Qada Îstasyonê ya Amedê hat lidarxistin. Bûldan, xîtabî bi sedhezarên kesên li qada mîtîngê kir.

BÛLDAN: DAXWAZÊN GUVEN, ÊN BI MILYONAN KESAN E

Bûldan di axaftina xwe de wiha got: “Kesên ji Amed Botan û Serhedê hatin vê qadê û xwestin berxwedana Leyla Guven silav bikin, carek din berpirsiyartiya xwe ya dîrokî danîn holê. Ji bo ku em berpirsiyartiya xwe ya dîrokî danîn holê em li vê qadê kom bûn. Bi hezaran kesên di 8’ê Adarê û Newrozê de bi govend û berzkirina tilîliyan peyamanên bi hêz ji bo Enqereyê şandin.

 Divê Enqere peyamên bi hezaran kesên ji bo azadî, aştî û demokrasiyê li vê derê kom bûn, baş bixwîne. Vî gelî gelek carek din nîşan da ku kes nikare têkoşîna wê ya maf û rûmetê tune bike, ji nedîtî bê û înkar bike. Dema dihatim vir, li ber Girtîgeha Amedê re derbas bûm. Me bi anonsên xwe merheba da Leyl Guven. Em di wê baweriyê de ne ku dengê me bihîstibe. Leyla Guven 73 roj in di greva birçîbûnê de ye. Daxwazên wê daxwazên bi mîlyonan e, daxwazên gelên vî welatî e, daxwazên gelê Kurd, jin û ciwanan e. Guven ne girtiyek ji rêzê ye. Ew hevseroka KCD’ê ye, jinek e, nûnera gelê Colemêrgê û parlementera HDP’ê ye. Weke wê jî gotî tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ji bo bi dawîanîna tecrîda li ser rêzdar Ocalan 239 hevalên me ketine greva birçîbûnê. Dîsan li girtîgehê Selma Irmak, Sebahat Tûncel, li Strasboûrgê parlementera me ya berê Dîlek Ocalan, li Hewlerê rêhevalê me î Nasir Yagiz û li gelek girtîgehên Tirkiyeyê hevalên me di greva birçîbûnê de ne.”

 ‘DIVÊ TECRÎD JI HOLÊ WERE RAKIRIN’

Mehmet Ocalan di hefteya derbasbûyî de çû Girtîgeha Îmraliyê û ev hevdîtin girîng e. Ev tenê hevdîtinek malbatî bû, divê tecrîd ji holê bê rakirin. Hikûmet berî ku dem derbas bibe û dereng bimîne, divê destûrê bide hevdîtinên parêzer û malbatê. Em ji vê qadên carek din peyam ji Enqereyê re dişînin; Berxwedana Guven a bi rûmet berxwedana yekîtiya gelan, demokrasî, aştî û azadiyê ye. Tecrîd tenê me û Kurdan eleqedar nake, hemû civak û gelên Tirkiyeyê eleqeder dike. Hemû kes berpirs in. Em ji vê derê bang li ronakbîr, hunermed, aştîxwaz û hemû beşên civakê dikin ku gotina xwe bibêjin. Teqez gotineke wan jî heye. Berî em dereng bimînin û rewşeke neyênî li girtîgehan bê jiyîn, divê tecrîd rabe.

DIVÊ EM BIBIN DENGÊ LEYLA GUVEN

Em neçar in ku bibin dengê Leyla Guven û hêz bidin berxwedana wê. Di şexsê Leyla de em neçar in qîrîniya hevalên wê bibîhîsin.  Ev berpirsiyartî, berpirsiyartiyek mirovî ye. Werin em bi hev re guh bidin hevala xwe Leyla Guven. Gelên Tirkiyeyê wê bi hev re tecrîd bişkîne. Serxistina vê di destên me deye. Yan em ê bi ser bikevin, an em ê bi ser bikevin. Em ê teqez qezenc bikin. Em carek din spasiya gelê xwe dikin. Li hemû deran tecrîdê bixin rojevê û ji bo rakirina tecrîdê bi hestiyar tevbigerin. Ez silavê xwe ji hevalên xwe yên dîlgirtî Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Gultan Kişanak jî dişînim.”

Piştî axaftina Bûldan konser hat dayîn û mîtîng dûre bi dawî bû.  Girseya li qada mîtîngê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Leyla Guven rûmeta me ye” ji qadê derketin.