Bûldan: 31’ê Adarê em ê dersek mezin bidin qeyûman!

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan a got: “Em ê di 31'ê Adarê de dersek mezin bidin vê hişmendiya qeyûman” banga xwedîderketina li sindoqan jî kir.

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û heyeta li gel wê li ber buroya hilbijartinê ya li Taxa Nûrê ya Cizîrê bi gel re hatin gel hev. Heyeta HDP'ê bi kêfxweşî ji aliyê gel ve bi berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan li gel xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" rêz girtin.

HEVDÎTIN VEGUHERÎ MITÎNGÊ

Vekirina buroyê ango hevdîtina gel veguherî mitîngê. HDP'yî derketin ser otobusa hilbijartinê û gel silav kirin. Piştî silavdayînê Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan di hevdîtinê de kurte axaftin kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bi dirûşma "Cizîr bi te serbilind e" dest bi axaftina xwe kir û got: "Em bi we serbilind in gelê bi rûmet yê Cizîrê. Baş e ku hûn hene."

Bûldan ev tişt anî ziman:

"Zarokên Melayê Cizîrê, neviyên Celadet Bedîrxan, hevrêyên Şerafettîn Elçî, Orhan Dogan, Mehmet Tunç, Asya Yuksel hûn bi xêr hatine. Ji bo ku eme starta mitîng û hevdîtinên hilbijartinê li Cizîrê da em bi we serbilind in û bi rûmet in.

Duh salvegera îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê bû. Wê bi vê mutabakatê rêya aştî, azadî û demokrasiya Tirkiyeyê bihata vekirin. Lê demildest ji vê mutabakatê tirsiyan û xera kirin. Vê mutabakatê tune hesibandin û dest bi pêvajoya şer kirin. Ev pêvajo bû sedema esker, polîs û sivîlan. Halbûkî me bawerî bi pêvajoya çareseriyê anî. Me bawerî bi siberojek aştiyê anî. Cizîr şahidê vê yekê yê herî mezin e. Mirov di jêrzemînên hov de hatin şewitandin û kuştin. Ancak hêzek ket dewrê û xwest ku mirov jiyana xwe ji dest bidin û aştî pêk neyê.

GUHÊ XWE JI DAXWAZÊ RE GIRTIN E

Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina Birêz Abdullah Ocalan bedena xwe daye ber mirinê. Rayedarên destilatdariyê guhê xwe ji vê daxwazê re girtin e. Em ji Cizîrê hezar silavan ji hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de re dişînin.

EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN ENQEREYÊ

Qeyûmên heqaretê li nirxê gelê kurd heqaretê dike û îradeya gelê Cizîrê tune dihesibîne, em ê bişînin Enqereyê. Em ê di 31'ê Adarê de dersek mezin bidin vê zîhniyeta qeyûm û ya Orhan Dogan ji Meclîsê avêtin. Hûn dizanin ew ji me gelek ditirsin. Werin em hemû bi hev re xwedî li sindoq û îradeya xwe derkevin."

Piştî axaftinê Bûldan û heyeta pê re derbasî navçeya Hezexê bûn.