Bulbul: Li dijî tecrîdê divê rêxistinên civaka sivîl bi berpirsiyarî rabin

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul diyar li ser hemû qadên jiyanê tecrîd hatiye danîn, bal kişande ser grêvên birçîbûnê û got divê hemû rêxistinên civaka sivîl divê werin cem hev û xwedî li daxwazên berxwedêrên grêvên birçîbûnê derkevin.

Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul bal kişande ser hêlên civakî yên tecrîdê û grêvên birçîbûnê got divê saziyên rêxistinên civakî li hemû bajaran werin cem hev û bi hev re bixwazin ku tecrîd rabe.

Bulbul bal kişande ser destwerdana li mafên aborî, mafê siyasetkirinê, mînaka qeyûm, destgîrkirin û girtina rêveberên partiyan, alîgiran da, bi bîr xist ku li gorî Destûra Bingehîn a Tirk daxuyaniya çapemeniyê yasayî ye, destwerdan li van daxuyaniyan tê kirin, zimakekî wiha yê bi kîn û nefretê serwer e, tim krîmînalîzekirin heye, li dijî 6,4 milyon hilbijêr û malbatên HDP'yî sûcê nefretê tê kirin û got, ''Ev tecrîda civakî ye .Ev tecrîda aqil, têkiliya mirovî û jiyana civakî ye. Ji ber vê em vê têgiha tecrîda civakî bi kar tînin. Ji bo ku ev destwerdana li mafê siyasetkirinê, hevserokê me yên girtî, rêzdar Ocalan ku nayê hiştin bi wekîl, miwekîl û malbata xwe bibîne, ev destwerdana li mafe jiyanê ye. ''

Bulbul bal kişande ser  grêvên birçîbûnê û asta xwedîlêderketinê û got, ''Zexteke giran li ser rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk heye. Niha divê Rêxistinên Civaka Sivîl dîsa xwedî li daxwazên berxwedêrên grêva birçîbûnê derkeve. Heke jiyana mirov di behsê de be saziyek nikare bibêje, ''ez rêxistina kedê me, min têkildar nake''. Heke li vir mijar jiyan be, saziya hawîrdorparêz jî nikare vê bibêje. Ji bo ev sirûştî û jiyan bidome divê xwedîderketin hebe. Em bang li Rêxistinên Civaka Sivîl dikin. Ev sazî li Amed, Wan, Mêrdîn, Sêrt, Izmîr û Enqerê divê bêne cem hev, divê bi wê nêzîkatiyê bin ku diyar bikin çareserî sazkarkirina pêvajoyên demokratîk e, bicihkirina biryarên DMME'yê ye, rakirina tecrîdê ye û têkilî vê ew dikarin bi berpirsyariyê rabin, tam jî van rojan. Mixabin ji vî alî ve sistbûnek heye.''