Bulbul: Em civakê tînin ba hev û AKP’ê parçe dikin!

Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul di Nobeta Demokrasiyê de axivî û got “Me civak anî ba hev û me AKP parçe kir.”

Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan di roja 32’an de domiya. Çalakî li pêşiya Rêxistina HDP’ê ya Rêya Hevrîşmê hate lidarxistin.

Parlementerê HDP’ê Entalyayê Kemal Bulbul di nobetê de axivî û got “Şaredariyên me pere ji çiyê re neşandine. Medyaya wan jî dizane. Em dixwazin gelên Tirkiyeyê bigihînin wekhevî, edalet, aştî û azadiyê. Lê me AKP’ê jî kir sê beş. Li aliyekî Davûtoglû, li aliyekî Alî Babacan û li aliyê din jî Erdogan.”

Bulbul bal kişand provokasyona li ber avahiya HDP’ê ya Amedê û got “Dayika hêja, yê ku bu sedem zarokên te biçin çiyê ne em in. Sedema ku ev zarok çûne çiyê, polîtîkaya înkarkirinê ya AKP’ê ye.”

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan hate lidarxistin. Gel bi stran û sloganan desteserkirina şaredariyê û qeyyûm protesto kir.