Broşûra Xwerêveberiya Demokratîk bi zaravayê Hewramî hate amadekirin

Broşûra Xwerêveberiya Demokratîk ya ji aliyê şehîd Diyar Xerîb ve hatibû nivîsandin bi zaravayê Hewramî hate amadekirin.

Broşûra Xwerêveberiya Demokratîk ya ji aliyê Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (şehîd Helmet) ve hatibû nivîsandin, niha jî bi zaravayê Hewramî hat amadekirin.

Projeya Xwerêveberiya Demokratîk ji bo çareserkirina pirsgirêkên rêxistinî yên civak û pergala wê ye. Ev proje çavkaniya xwe ji hizr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire ku di 2 bergên parêznameyên xwe de bi berfirehî qala wê kiriye.

Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser wê xebat tên kirin û ketiye meriyetê. Ew yek bala cîhanê kişandiye ser xwe.

Ev broşûr ji aliyê “komîsyona wergerandina bi Hewramî” ve hatiye wergerkirin û tê payîn ku di rojên pêşiya me de li hemû pirtûkxaneyên Başûrê Kurdistanê bigihîje ber destê xwendevanan.