Bradost bi qasî dewleta Tirk di hedefa PDK’ê jî de ye

Hêzên asayîşa PDK’ê li Bradostê 6 kesên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketin destgîr kir.

Hêzên asayîşa PDK’ê li herêma Bradost a navçeya Sîdekan a Hewlêrê zextên xwe yên li dijî rojnameger û gelê herêmê zêde kir. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdsitanê didomin, di demekî wiha de PDK zextan li ser welatiyên ku li dijî dagirkeriyê derdikevin, dike. Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxsitin asayîşa PDK’ê 6 kesên ku li dijî dagirkeriyê derketin destgîr kir.

Hêzên asayîşê li herêma Bradostê herî dawî pêşmergeyek jî di nav de 6 kes destgîr kir. Rizgar Mihemed Serdar Mîre, Cehfer Şêx Zade û 3 kesên ku navê wan nehate zanîn yên ku bi sûcê “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketine” tên sûcdar kirin nayê zanîn li ku derê tên ragirtin.

Li heman herêmê roja 21’ê Tîrmehê hêzên asayîşê nûçegihanê ajansa nûçeyan a RojNewsê Zûber Bradostî destgîr kiribûn û ev 10 roj in agahî ji Bradostî nayê girtin.