Boykota li Rojhilatê Kurdistanê berbelav dibe
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiya boykotê ya kedkaran her ku diçe berbeval dibe û didome.
Li Rojhilatê Kurdistanê çalakiya boykotê ya kedkaran her ku diçe berbeval dibe û didome.
Çalakiyên ku destpêkê li bajarê Ciwanro û Banê yê Rojhilatê Kurdistanê destpêkirî û belavî bajarê Merîwan, Seqîz, Serdeşt û Pîranşar bûbûn, di roja 16’an de didome. Çalakgeran îro li Banê kon vedan û çalakiya xwe domandin.
Li konê hatî vedan rejîma Îranê tê protestokirin.
Kolber, Kesîbkar û esnafên bajar diyar kirin ku heta rejîma Îranê astengiyên li pêşiya bazirganiya sînor raneke û daxwazên wan pêk neyne ew ê çalakiyên xwe bidomînin û derabeyên xwe venekin.
Rejîma Îranê li aliyekî kolber û kesîbkarên bazirganiya sînor dikin qetil dike, niha jî sînoran digire û bihayê gumrukê zêde dike, bi vê re kedkaran mexdûr dike.
Çalakiya kedkaran 16 roj in didome, lê rejîma Îranê heta niha ti gaveke ji bo pêkanîna daxwazên kedkaran û çareserkirina pirsgirêkan neavêtiye. Çalakgeran jî diyar kirin ku li dijî vê helwesta rejîma Îranê wê çalakiyên xwe bidomînin.