Boykota kar a li Başûrê Kurdistanê berfireh dibe

Her diçe nerazîbûnên gel ên li Başûrê Kurdistanê yên li ser hikûmetê û nedayîna mûçe zêdetir dibe. Pêşmergeyên Dêrîn, Mamoste û karmendên Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê kar boykot kirin.

Nerazîbûnên li Başûrê Kurdistanê ên dijî nedana mûçeyan roj bi roj zêde dibin. Bi rojane mamoste û karmendên Başûrê Kurdistanê ji ber nedana mûçeyên xwe, boykot ragihandine û naçin ser kar. Nerazîbûn roj bi roj mezin dibe.

Di vê çarçoveyê de Pêşmergeyên Dêrîn, mamoste û karmendan boykota kar ragihandin.

PÊŞMERGEYÊN DÊRÎN MEŞIYAN

Bi dehan pêşmergeyên Dêrîn li Hewlêrê ber bi deriyê parlamentoya Herêma Kurdistanê meşiyan. Pêşmerge dixwazin mafê wan were dayîn. Pêşmerge dibêjin, ew ne tenê ji bo xwe, ji bo daxwazên xelkê jî dimeşin.

Pêşmergeyên di çalakiyê de diyar kirin ku gelek caran daxwazên xwe ji parlamentê re ragihandine, lê bersivek ji bo wan nehatiye dayîn. Heta gotin ku ew dengê gel digihînin parlamentê.

BOYKOTA KAR

Mamoste û karmendên Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyeyê jî, ji ber nedana mûçeyan li ber derê avahiya rêveberiyê bi daxuyaniyekê boykot ragihandin.

Li Başûrê Kurdistanê 3 roj zêdetir e karmend û mamostayên navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê, Silêmanî, Germiyan û Îdareya Raperîn, dijî nedana mûçeyan boykot ragihandine û naçin ser kar.

Karmend û mamoste dibêjin, heya mûçeyê wan neyê dayîn ew ê neçin ser kar.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Adarê de Wezareta Darayî ya Iraqê 200 milyar dînar ji bo karmendên Herêma Kurdistanê şandibû.

Tevî Iraq mûçeyê karmendan dişîne jî lê Hikumeta Herêmê belav nake.