Bombe li Zap û Avaşînê hate barandin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku di 21 û 23'ê Mijdarê de artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser herêmên Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker êrişên hewayî bir ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

21'ê Mijdarê saet di 22:30'î de qada Karker a herêma Zapê hate bombekirin.

23'ê Mijdarê saet di navbera 10:30-11:30'î de qada Werxelê ya herêma Avaşînê 4 caran hate bombekirin.

Ji ber vê êrişa hewayî tiştek bi hêzên me nehatiye."