Boksorê Kurd ji bo pêşbirkên Asyayî ya 2022 ya Hangjûyê hat vexwendin

Ciwanê Merîwanî Mehdî Xosrewî yê ku di asta giştî Îranê de boksorekî jêhatî ye, ji bo pêşbirkên Boksê ya Asyayî ya 2022 a Hangjûyê ya Çînê hat vexwendin. Xosrewî di kêşa 54 kîloyî de wê nûnertiya parêzgeha Sine bike.

Serokê Şandeya Boksê ya Parêzgeha Sine a Rojhilatê Kurdistanê Seyîd Mehdî Îbrahîmî ragihand, “13 boksor ji bo şandeya hevbeş a ligel tîma Ozbekistanê hatine vexwendin ku yek ji wana boksorê hêja yê Kurdistanî Mehdî Xosrewî ye.”

Îbrahîmî her wiha diyar kir ku wê şandeya hevbeş ji 31’ê Adarê heya 11’ê Nîsanê were avakirin û dewreya nû ya provayên xwe wê heya ji bo pêşbirkê bên şandin li Tehranê bidomînin. Her wiha Îbrahîmî anî ziman ku ger boksorê jêhatî Mehdî Xosrewî bikare tevlê pêşbirkên Asyayî bibe şansê wî yê xelatanîne heye.

Xosrewî wê di kêşa 54 kîloyî de tevlî pêşbirkan bibe.

BOKSORÊ KOLBER

Boksorê ciwan Mehdî Xosrewî li bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ji ber rewşa aboriya malbatê nebaş bûye, Xosrewiyê ciwan neçar dimîne ji 15 saliya xwe hem kolberiyê bike û hem jî dersê bixwîne.

Xosrewî ku di temenê biçûk de bi êşa polîtîkayên birçîkirinê yên rejîma Îranê re rû bi rû dimîne, di 16 saliya xwe de bi rengekî pisporî dest bi werzişa boksê dike. Li gorî Mehdî bi xwe hê 2 meh li ser destpêkirina wî ya boksê derbas nebibû ku karîbû di pêşbirkên parêzgehê de bibe yekemîn.