Biryara sosret: Got, 'ji min weye ku kûçik e', serbest hat berdan

Li Wanê kesê bi navê K.A li ku pê li Fatîh KorkÛt ê 18 salî kir û ew kuşt, li dadgehê got, "min got qey kûçik e" û serbest hate berdan.

Li Wanê li Kolana Ipekyolûyê roja Şemiyê K.A pê li mirovekî û ew kuşt. Di dadgehê de got ew di îstîkameta çep de çûye "lê ji min weye ku kûçik e, ez lê qelibîme." Li gor ku li sûcê xwe mikur hat jî dadgehê K.A serbest berda. Parêzer Tûran Ece diyar kir ku qeza rasterast cînayet e û li gel ku ev girtekan hatiye tespîtkirin jî gumanbar serbest hatiye berdan, ev biryar skandal e.

PIŞTÎ KU PÊ LI KORKÛT KIR REVIYA

Bûyer 17’ê Gulanê pêk hat. Li Wanê kesê bi navê K.A bi wesayita xwe ya taybet li Kolana Ipekyolûyê di rêya çep de diçû, pê li Fatîh Korkût ê 18 salî kir. Korkût li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û K.A ji cihê bûyerê reviya.

PARÊZER ECE: LI GEL MIKURHATINÊ JÎ HATE BERDAN

Parezêrê Fatîh Korkut Tûran Ece diyar kir K.A li gel ku li dadgehê li xwe mikur hatiye jî ku ew di rêya çep de çûye jî serbestberdana wî skandal e. Ece got divê dadmendî ji yasaya mirovan re hurmetdar be, kesê navborî di rêya çep  de bi leza 100-120 kîlometre çûye û ev sûcê kuştinê ye û K.A bi zanebûn mirovek kuştiye.