Biryara sosret a dadgehê: Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê nabe hincet

Parêzer Bariş Oflas, ku ji bo şermezarkirina Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê tevlî çalakiya berdana kar bû, hinceta wî ji aliyê dadgehê ve mafdar nehat dîtin û doz lê hat vekirin.

Ji parêzerên Baroya Wanê Bariş Oflas piştî Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an, ku 102 kesan jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ser biryara berdana kar a ji bo sê rojan û tevlî rûniştina muwekîlê xwe C.Y. nebû.

Oflas got, "Bi armanca şermezarkirina komkujiya faşîst a 10'ê Cotmehê ya li Enqereyê, ez ê tevlî grevê bibim. Lewma beşdarî rûniştina dozê nabim" û bi vî rengî hinceta xwe ji dadgehê û muwekîlê xwe re ragihand. Muwekîlê wî jî ev biryara parêzer Oflas erê kir. Lê belê dadgeha Tirk yekser ket nava liv û tevgerê, da xuyakirin ku hinceta wî ne rast e û bi îdîaya 'wezîfeya xwe ji bo nebaşiyê bi kar aniye' lêpirsîn lê vekir.

Oflas di daxwaznameya xwe de, ku 12'ê Cotmeha 2015'an pêşkêşî dadgehê kiribû wiha digot: "Piştî komkujiya ku li mîtînga ked, aştî û demokrasiyê xwîn rijand, DÎSK, KESK, TMMOB û TBB biryar dan ku ji bo şermezarkirina vê komkujiya faşîst di 12-13'e Cotmehê de li gelemperiya Tirkiyeyê grev bê kirin. Ji bo destekkirina biryara grevê ya konfederasyon û odeyên pîşeyî, TBB ku ez jî endamekî wê me, Baroya Wanê û MHD'ê biryara boykotê dane. Li gorî vê biryarê ez ê nikaribim di rûniştina dozê de amade bim."

'HEWL DIDIN MIROVÊN DIXWAZIN KIRYAR WERIN DÎTIN DARIZÎNIN'

Parêzer Oflas li ser mijarê ji ajansa me re axivî û destnîşan kir, ku xemsariya li pêşberî komkujiyeke bi vî rengî ku bi sedan mirov lê hatin kuştin, nepêkan bû. Oflas anî ziman, ew bi vê vîr û baweriyê li gorî banga grevê tevgeriya û got, "Yên ku kujerên komkujiya mîtînga ked, aştî û demokrasiyê nedîtine, îro hewl didin mirovên dixwazin kiryar werin dîtin, mehkeme bikin. Ez bi destûra muwekîlê xwe tevlî wê rûniştinê nebûm. Weke parêzerekî ne mecbûr im tevlî her rûniştinê bibim. Yekane kesê ku di vê mijarê de karibe giliyê min bike muwekîlê min e."