Biryara girtina Turkeş Salih ê jina ducanî birîndar kir hate dayîn

Rêveberiya Giştî ya Polîsên Kerkûkê ji bo Turkeş Salih ê birayê Serokê Eniya Tirkmen Erşah Salih, ji ber ku gule li welatiyên Kurd reşandiye biryara girtinê daye.

Duh şev birayê Serokê Eniya Tirkmen Erşad Salih Turkeş Salih gule li ser welatiyên Kurd reşandibû û di encamê de jina Kurd a ducanî û zaroka wê birîndar bûn. Li ser vê yekê Rêveberiya Girştî ya Polîsên Kerkûkê biryara girtina Salih dane.

Jina birîndar a rakirin nexweşaneyê, ji aliyê dixtoran ve hate dermankirin û zaroka wê jî ya birîndar bibû, ji dayik bû.

Turkeş Salih di dema hilbijartinê de bi çek ve kete avahiya hilbijartinê ya li Kerkûkê û hewl da ku hilbijartin bide rawestandin. Li ser vê bi çeka xwe gule li ser welatiyan reşan û jina ducanî û zaroka wê ya di zikê wê de birîndar bû.

Bûyereke wiha piştî ku dengê Eniya Tirkmen a li Iraqê kêmbûye, bal kişand.