Biryara domandina girtina Hevşaredar Yilmaz hate dayîn
Biryara ‘domandina girtina’ hevşaredara Peyas Kezîban Yilmaz a ji erkê hatibû girtin, hate dayîn.
Biryara ‘domandina girtina’ hevşaredara Peyas Kezîban Yilmaz a ji erkê hatibû girtin, hate dayîn.
Rûniştina doza duyan a derbarê Hevşaredara Peyas Kezîban Yilmaz a bi qeyûm ji erkê hatibû girtin ku bi îdîaya ‘Endamtiya rêxistinê’ li 9’emîn Dadegeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Yilmaz a li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayserî tê ragirtin bi rêya SEBGÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Hevseroka HDP’ê ya Amadê Hulya Alokmen Uyanik û bi dehan parêzer doz şopandin.
Daxwaza cezayê 15 salan ji bo Yilmaz hate xwestin.
Heyeta dadgehê biryara domandina girtina Kezîban Yilmaz da, rûniştin taloqî 16’ê Adarê kir.