Biraziya Penahî li dijî biryara îdamê xwe bi dar ve kir

Piştî ku hate eşkerekirin wê Ramîn Hisên Penahî bê îdamkirin, biraziya wî Niştiman Hisên Penahî li dijî vê biryarê xwe bi dar ve kir.

Emced Hisên Penahî birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî duh daxuyaniyek da û got, "Birayê min îro xistin hucreya yek kesî. Li gorî biryara dadgehê wê roja Pêncşemê birayê min bi dar ve bikin."

Penahî li Girtîgeha Sine ye. Piştî hate eşkerekirin wê Penahî roja Pêncşemê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bê darvekirin, biraziya wî Niştiman Hisên Penahî xwe bi dar ve kir.

Cenazeyê Niştiman Hisên Penahî duh rakirin morga Nexweşxaneya Sine. Danê sibehê ji aliyê malbatê ve hate rakirin û li bajarê Sine hate veşartin.

SALA 2017'AN CEZAYÊ ÎDAMÊ LÊ HAT BIRÎN

Penahî yê ji Sineyê ye, 23'ê Hezîrana 2017'an bi birîndarî hate girtin. Bi rojan êşkence lê hate kirin û piştî çend mehan ew derxistin pêşberî dadgehê. Dadgeha rejîma Îranê bi îdîaya "Li ber Xwedê rabûye û endamê rêxistina çekdar e" cezayê îdamê lê birî.

NERAZÎBÛN ZÊDE DIBE

Gelek rêxistinên civakî yên sivîl daxuyanî dan û bang li hêzên rejîma Îranê kirin ku îdamê rawestînin. Lê belê rejîma Îranê guh nedan bangawaziyan.

Her wiha li ser medya civakî kampanyayên '#RaminHoseinPanahi' dest pê kirin û ji bo rawestandina îdamê bang hatin kirin.