'Bîranîna şehîdên meha Gulanê wê di têkoşîna Şengalê de bijî'

Şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) girîngî û wateya meha Şehîdan, ji ANF’ê re nirxandin.

Şervanên YBŞ’ê bal kişandin ser girîngiya meha Gulanê a ji bo berxwedana Şengalê û gotin, "Şehîdên Meha Gulanê ji bo dîroka têkoşînê ya gelên bindest pir girîng e. Şehîdên meha Gulanê di heman demê de pêşengên civaka Êzidî ne. Têkoşîna ku di vê mehê de tê dayin wê bibe xeta azadiyê ya gelan." Şervanan diyar kirin berxwedana Şengalê yek ji mînaka vê ya herî beloq e û gotin, "Şervanên YBŞ’ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe wê ji bo azadiya gelan têbikoşin."

MERWAN COLEMÊRG: ŞEHÎDÊN MEHA GULANÊ XETA ME YA BERXWEDANÊ YE

Yek ji şervanên YBŞ’ê Merwan Colemêrg diyar kir ku meha Gulanê ji bo tevgera azadiyê xwedî girîngiyeke mezin e, kadroyên pêşeng ên şoreşê ku di vê mehê de şehîd bûne ji bo wan sedema geşkirina berxwedanê ye. Colemêrg: "Pêşengên şoreşger ku di vê mehê de şehîd bûne pêşengên yekane yên dîroka me ya berxwedanê ne."

Colemerg wiha domand: "Em heta niha jî peyrevê wan in û têdikoşin. Di heman demê de pêşengên berxwedana zindana Amedê, Agirê Çaran ku yê azadiyê ye, têkoşîn geştir kiriye. Meha Gulanê ne tenê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê lê her wiha ji bo hemû beşên civakê ku xeta şoreşger diparêzin xwedî girîngiyeke mezin e. Berxwedana Deniz Gezmiş, Îbrahîm Kaypakkaya û Mahîr Çayan jî pêşengiya têkoşînê kirine. Ev rêberên şoreşger weke Rêber Apo jî gotî sembolên sosyalîzmê ne û her demê em ê di rêya wan de bimeşin. Em ê alaya têkoşînê ku me ji wan dewr girtî heta dawî bibin."

'HEVRÊ SELAHADDÎN, XEBAT Û YILMAZ ALAYÊ BILIND DIKIN'

Colemêrg şervanên YBŞ’ê Selahaddîn Çekdar, Yilmaz Gever û Xebat Basret ên ku meha Gulanê li Şengalê şehîd bûne bibîr anî û diyar kir, ku ew ê dilsozê bîranînê wan bin û têkoşîna wan bibin sêrî. 

Colemerg axaftina xwe wiha domand: "Weke şervanên YBŞ'ê ala têkoşînê ya ku me ji şehîdên meha Gulanê girtî, di kesayeta şehîdên Şegalê de heta dawiyê birêve bibin. Dîsa hevrê Xebat Basret, Yilmaz Gever û Selahaddîn Çekdar ên ku di vê mehê de li Şengalê şehîd ketine birêzdarî bibîr tînim. Meha Gulanê di asta şoreşê ya ku gihiştiyê de xwedî wateyekî pir girîng e. Em weke şervanên YBŞ’ê bi ruhê şehîdên meha Gulanê heta ku Şengalê azad bikîn wê têkoşînê bidomînin. Ji bo vê em vê mehê pîroz dibînin û ji bo gihiştina serkeftinê jî yekan rê dibînin. Bi vê wesîleyê dîsa şehîdên meha Gulanê bibîr tînin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî weke hevrêyên wan têkoşînê heta serkeftinê bidomînin. Dîsa di sala 2017’an de bi ruhê şehîdên meha gulanê soza azadiya Şengal û Kurdistanê didin."

BAHOZ KENDAL: BI AGIRÊ BERXWEDANÊ YÊ BEDENA ÇARAN, DIJMIN TÊK BIBIN

Şervanê YBŞ Bahoz Kendal ê ku destnîşan kir ku meha Gulanê di dîroka têkoşînê de xwedî cihekî girîng e, diyar kir ku şehîd rêberên têkoşîna rêya wan ne. Kendal wiha pêde çû: "Deniz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn û têkoşîna Çaran ên ku pêşengtî ji şoreşê re kirine bi têkoşîna xwe xwe di vê mehê de kirine qûrban. Weke Tevgera Azadiyê heta dawiyê em ê girêdayî têkoşîna xeta hevrê Hekî Karer bin. Hevrê Xebat, Selahaddîn û Yilmaz ên ku di vê mehê de şehîd bûne bibîr tînin. Ev meh ji bo me pîroz e, hevrêyên xwe yên ku di vê mehê de şehîd ketine weke her salê û her demê em bi rêz bibîr tînin. Weke şervanekî yê azadiyê, em ê her demê xwedî li keda şehîdên xwe derbikevin, her demê em ê şopdarên rêya wan bin. Soza ku heta îro medayî wan em ê heta dawî bi cih bînin û têkoşînê bigihînin serketin."

KÛRTAY ŞENGALÎ: XETA ME YA TÊKOŞÎNÊ, MÎRATEYA ŞEHÎDAN E

Şervanê YBŞ'ê Kûrtay Şengalî yê ku bal kişand ku xwediyê esasî yên şoreşê Şehîd in wiha nirxandin kir: "Di serî de şehîdên meha Gulanê hemû şehîdên şoreşê, li gel xwedîbûna cihekî girîng jî bûne sembola şoreşê. Her demê em wan bibîr tînin û weke şopdarê wan têkoşînê bidomînin. Dema ku em şehîdên meha Gulanê bibîr tînin; ne wana ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên ku têkoşînê ji bo azadiyê didin, bûne sembola berxwedanê. Rêberên şoreşê ên ku ji bo têkoşîna azadiya gelan kirî ji aliyê contaya faşîst ve hatin qetilkirin. Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan û Îbrahîm Kaypakkaya ji bo azadiya gelan xwe feda kirien û dîsa jî hevrê Hakî Karer ê pêşengê şoreşa me dîsa ji aliyê vê cotaya faşîst ve hate qetilkirin. Hevrê Hakî Karek ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de bûye pêşengê gelê Tirk jî. Em jî weke şervanên azadiyê şopdarên têkoşîna wan û hemû şehîdan bin. Weke şervanên YBŞ’ê heta dawiyê têkoşîna hevrêyên xwe Karer, Azad Sîseran, Çekdar Amedan û dîsa hevrê Xebat Basret, Yilmaz Gever û Selahaddîn û Çekdar ên ku di vê mehê de li Şengalê şehîd ketine bigihînin serkeftinê. Ala têkoşînê ya ku me ji wan girtî, heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşînê bikin û pêş ve bibin. Em ti demê keda şehîdên meha Gulanê ji bîr ankin û her demê em ê şopdarê rêya wan bin. Bi vi ruhî ji bo azadiya Şengalê heta dawiyê em ê têkoşînê bikin."