Şêniyên Binarê Qendîl: Hikumeta Herêmê bingeha bomberdûmanê ava dike

Şêniyên herêma Baleyan ya girêdayî Binarê Qendîlê derbarê bombebaranên dewleta Tirkiyeyê ya li ser herêmê ne razîne û hikumeta herêma Kudistanê tawanbar dikin ku bingehê ji bombebaranan re ava dikin û ti helwesteke wan di wê derbarê de nîne.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 2007’an heya niha bi berdewamî gundên Binarê Qendîlê bombebaran dike, li gorî rapora Şaredariya Binarê Qendîlê heya niha 25 welatî şehîd û bi dehan welatî jî birîndar bûne. Ew yek daxuyaniyên dewleta Tirkiyeyê û herêma Kurdistanê derew derdixîne ku dibêjin balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê tenê gerîlayên PKK’ê dike hedef.

Di derbarê wan bombebarana de wek ekîba ANF’ê me serdana navçeyê kir û ji nêzîk ve bi şêniyên herêmê gotûbêj kir. Ya bala me kêşandî ew bû ku heya niha tu alî û berpisekê serdana wê herêmê nekirine û ti raporek di wê derbarê de pêşkêşî parlemento û hikumeta Iraqê nehatiye kirin. Şêniyên herêmê Hikumeta Herêma Kurdistanê tawanbarê sereke dizanin û dibêjin “Ji ber lihevkirina 50 salî ya petrola Herêmê ji bo Tirkiyeyê, Hikumeta Herêma Kurdistanê heta qala wê nake ku şehîdên me ji ber bombebaranên balafirên şer ên Tirkiyeyê şehîd bûne.”

Mihemed Mavnanî ku şêniyê herêma Balayan e û li gundê Mavnan dijî derbarê rewşa jiyanê ya ji ber bombebaranên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker da zanîn ku balafirên şer ên Tirkiyeyê mal, gund, rez, bax û jîngeha herêmê kavil kiriye, welatî nikarin bêne ser cih û warê xwe. Ji ber ku her tim balafirên keşfê û yên şer li ser herêmê digerin.”

Di derbarê gotinên ku dibêjin balafirên şer ên Tirkiyeyê tenê gerîlayên PKK dikin hedef de Mavnanî ragihand: “Bila bên û temaşeya herêmê bikin û bizanin bê ka heya niha qet stargeh yan jî hêzên PKK lê hebûye yan na? Ew ne rast e ku dibêjin dewleta Tirk tenê gerîlayên PKK dike hedef, di wê herêmê de her cihê ku tê bombebarankirin ti têkiliya xwe bi PKK’ê re nîne. Malên me kavil bûn û avahiyên me heya niha jî piştevanî ji aliyê tu aliyekê ve nehatiye kirin.”

Mihemed Mavnan bal kêşand li ser tirsa ji bombebaranên balefirên şer ên dewleta Tirk ku ji ber wê niha jî newêrin rez û baxan biçînin û kar bikin û wiha pê de çû: “Balafirên şer hemû rez û baxên me kavil kirine, niha jî em ji ber tirsa bombebaranên balafirên şer newêrin pezên xwe bibin zozanan.”

Li ser rêya wan gundên Balayan bi awayeke eşkere şopên bombebaranên balefirên şer diyar e û çendîn mal û bax li ser wê rê hatine bombebarankirin.

Gundê Serkan ku nêzî gundê Mavnan e û girêdayî herêma Balayan e, sala 2018’an 4 ciwanên ku li malekê de bûn dibin hedefa balafirên şer û şehîd dibin. Ew di demekî de ye ku her 4 ciwan mezûnbûyên zanîngehê bûn û tu pêywendiya wan bi PKK nebûye.

Şêniyekê gundê Serkan bi navê Resûl Qadir Hemed ku gundê wî çendîn car ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin, di derbarê rewşa gund a niha de ji ANF’ê re axifî û got: “Ew demeke dirêj e ku balafirên şer ên dewleta Tirk wan herêmane bombebaran dikin, lê gundekî me ji sala 2015’an ve bi berdewamî tê bombebarankirin. Ev mala ku hatiye bombebarankirin mala pismamê bavê min bû û yek ji wan 4 ciwanên ku şehîd bûn jî pismamê min bû. Hemû mezûnên zanîngehê bûn. Mala me çend metreyek ji wê derê dûr e, saet 1:00’ê şewa Newrozê ya sala 2018’an bû ku me dengê lêdana balafirên şer bihîst, em yekser çûne cihê bombebaranê û me dît ku her çaran jiyana xwe ji dest dane û şehîd bûne.”

Resûl Qadir destnîşan kir ku bi tu awayî PKK li vê herêmê nîne û ew bombebaran ji ber PKK nîne, Tirkiye dixwaze Kurdistanê bi giştî dagir bike, ew çar ciwanên vê derê jî di nav mala xwe de şehîd bûn.

Qadir di derbarê helwesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku destê serokê hikumeta herêmê di nava wê rewşê de heye, ji ber ku heya niha ji Tirkiyeyê re negotiye bê ka çima min di nav mala min de bombebaran dikî. Qadir axaftina xwe wiha domand: “Tu aliyek nîne ku ji Tirkiyeyê re bêje çima tu wan herêman bombebaran dikî, ev der ne xaka Tirkiyeyê ye lê sedem eşkere û zelal e ku hevkarên Tirkiyeyê yên li Kurdistanê, Tirkiyeyê tînin ku welatê me kavil bikin, dostên Tirkiyeyê ne ku welatên me kavil kirine. Ji niha ve hemû dahata vê herêma Kurdistanê diçe Tirkiyeyê û Tirkiye jî bi top û balafirên xwe ve tê ser min û li mala min dixe.”

Resûl Qadir di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew nikarin ji gundên xwe dûr bikevin, ji ber ku metirsiya bombebaranê li ser wan heye. Her wiha got ku heya niha ew gund ji ber bombebaranê balefirên şer ên Tirkiyeyê ava nabe û daxwaz ji dewletan dikin ku nehêlin êdî Tirkiye herêma me bombebaran neke û Hikumeta Herêma Kurdistanê jî bi şandina petrolê hevkariya Tirkiyeyê neke. Qadir bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirkiyeyê bi dahat û petrola me diçe ji welatên din çekan dikire û bi wan me bombebaran dike. Sedemê şehîdbûna wan çar ciwanan di tiba edlî ya bajaroka Soran de ji bo ku lihevkirina 50 salî ya bi Tirkiyeyê re têk neçe, hatiye guhertin û nivîsandin ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dane û îşare bi bombebaranên balafirên Tirkiyeyê nekiriye. Ev ne karekî mirovî ye û di bin navê lihevkirina xwe de tu li gelê xwe bidî.”

Ji ber zehmetiyên herêmê û hebûna balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê ekîba me neçar bû ku zû bi zû dernekevin ser rêyên giştî, ji ber ku metirsiya bommbebaranê heye.

Li gundê Serkan me jinek bi navê Ayşe Resûl dît, hevjînê wê sala 1987’an di şerê li hemberî rejîma Beasê de şehîd bûbû. Weke ku bi xwe diyar kirî sala 1987’an şêniyên gundê Serkanê berxwedaniyeke mezin li hemebrî partiya Beas pêk anî û nehêlaye ku partiya Beas bikeve herêmê.

Ayşe Resûl di derbarê bombebaranên dewleta Tirk a dagirker de wiha axifî: “Min pereyekî zêde ji bo vê xaniyê bikar aniye, lê ji ber bombebarana balefirên şer ên dewleta Tirk nikarim bême gund û tê de bijîm. Tirkiye dibêje ku gelê sivîl bombebaran nake lê rast nabêje, Tirkiye dijminê hemû Kurdan e, di wê mala nêzî me de çar ciwan şehîd kirin ku hemû mezûnên zanîngehê bûn û ti pêywendiyeke wan bi PKK’ê re tinebû. Dewleta Tirk bi şaşitî li kesekê naxe, li ku derê Kurdek hebe wê dike armanc. Li gundê Zargelê heşt kes şehîd kir, li Kortek wesayîtek kire hedef û malbatek bi temamî şehîd kir, li Biradost û Şêladizê jî bi heman rengî, em bêjin carekê bi xeletî çêbû, baş e yên dîtir çi ne?”

Ayşe Resûl da zanîn ku heya niha ku li gund dijî PKK nedîtiye û ti stargehekî wan li gund nîne. Her wiha got: “Bombebaranên dewleta Tirk wisa kiriye ku nikarîn di nava rez û baxên xwe de kar bikîn, ji ber ku em nikarîn bêne gundê xwe û li vê derê bijîn. Di heman demê de heya niha min li vê derê PKK nedîtiye, ji bo Tirkiyeyê ne girînge ku ew kê/î ye ku dike hedef, ya girîng ew e ku Kurd e. Vê carê ew Kurd li nava Hewlêrê be û bike hedef jî ne girîng e. Desthilata herêma Kurdistanê jî napejirîne ku balafirên şer ên Tirkiyeyê li vê herêmê welatiyê sivîl dike hedef hikumet dibêje ku ji ber teqînê jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne. Lê her kes jî dizane ku vê derê tê bombebarankirin, cihên bombebaranê jî weke xwe mane û dikarin bibînin.”