Bîlgîn: Tecrîd dewama komployê ye

Hevberdevka Delegeyên KCD'ê Zelal Bîlgîn got, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewama komploya navneteweyî ye.

Hevberdevka Delegeyên Kongreya Civaka Demokartîk (KCD) Zelal Bîlgîn tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re nirxand.

Bîgîn diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan pêşî li qirkirinê vedike û polîtîkayên şer kûr dike. Bîlgîn işaret li bandora tecrîdê ya li ser tevahiya Rojhilata Navîn kir û got, "Ne tenê Kurd hatine tecrîdkirin, tecrîdê sînorên Îmraliyê debas kiriye. Tecrîd îzolasyon e û tê wê wateyê ku mirov nikare bi kesî re têkiliyê deynin. Ev jî rêbazeke êşkenceya herî giran e. Ev biryar li qanûnan nayê. Bi vê yekê re dixwazin têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi gel re qut bikin û ramanê wî ji holê rakin."

'TECRÎD DEWAMA KOMPLOYÊ YE'

Bîlgîn destnîşan kir ku tecrîd dewama komploya navnetewyeî ye û wiha pê daket: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de bi ramanên xwe bandorek mezin li gelê Tirkiyeyê kir. Hikumetê jî li xwe mikur hat ku fikrên Ocalan bandor li wan jî kiriye. Lê belê niha hemû têkiliyên Birêz Ocalan ên bi derve re hatine qutkirin û dixwazin qirkirinekê pêk bînin. Ev jî dewama komploya navneteweyî ye. Heta tecrîd ranebe, wê dawî li vî şerî neyê û ji aliyê siyasî ve pêşketinek nebe."

'DMME'YÊ MÎSYONA XWE WINDA KIRIYE'

Bîlgîn bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya redkirina serlêdana Ocalan a ji ber êşkence û kiryarên xerab û got, DMME'yê rol û mîsyona xwe ku parastina mafên mirovan e, winda kiriye. Bîlgîn diyar kir, li hemberî biryara DMME'yê û nêzîkatiya CPT'î ew bi fikarin û got, "DMME'yê ji Sibata 1999'an heta niha rewş û şertên Ocalan û girtîgeha Îmraliyê baş dizane. Lê balkêş e biryara DMME'yê ya 27'ê Îlonê nîşan dide ku rol û mîsyona xwe binpê kiriye. Ji pîvan, hiqûq û rêgezên xwe dûr ketiye. Biryara DMME'yê girêdayî sekna Ocalan û polîtikayên Tirkiyeyê ye. DMME, pîvan û çeperê lêpirsînê li gorî hikumeta Tirkiyeyê dinirxîne."

'TECRÎD JI BO JINAN TÊ WATEYA ÊŞKENCEYÊ'

Bîlgîn da xuyakirin ku tecrîd ji bo jinan tê wateya êşkenceyê û got, "Bi tecrîdê re dixwazin destketiyên jinan têk bibin û jinan bikin binê zextê. Heta tecrîd rabe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em vê baş dizanin. Divê em jin têkoşîna azadiya xwe bilind bikin. Divê em li dijî tecrîda li Îmraliyê bisekinin. Divê em li dijî tecrîdê zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin."