Bîlgîn: Em ê vê zilmê bi berxwedanê bişikînin

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn ragihand ku desthilatdarî bi rê û rêbazên êşkenceyê hewl dide civakê lawaz bike û got, "Tirsa ku hûn diafirînin wê bi wêrekiya me belav bibe. Divê vê yekê baş fêhm bikin."

Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn, ku doz lê hatiye vekirin, roja 26'ê Hezîranê polîsan avêtin ser mala wê û ew destgîr kirin. Polîsan dema li mala wê lêgerîn dikirin êşkence li Çetîn kirin. Her wiha bi kûçikan êşkence lê kirin.

Aktîvîsta TJA Zelal Bîlgîn, nerazîbûn nîşanî êşkenceya li Çetîn hat kirin da û anî ziman ku rejîma faşîst  her ku diçe asta êşkenceyê bilind dike û veguherandiye rêbaza konsepteke nû.

'KONSEPTEK NÛ YE'

Bîlgîn da zanîn ku piştî pêvajoya çareseriyê ji hêla rejîma faşîst ve hate xirakirin, li hundir û  derve konseptek nû ya şer li dijî gelê Kurd hate destpêkirin û got: "Demeke wisa ye ku rêbazên êşkenceyê yên weke dema 12'ê Îlona 1980'î yên Esat Oktayan şekil dane wan û bi dehan organên mirovan ji ber van pêkanînan bêfonkisyon mane û mirovan hişê xwe winda kirine mînak tên girtin. Mixabin di nav vê konseptekê de em bi gelek pêkanîn re rûbirû hatin. Dîsan gelek pêkanînên revandinê û ferzkirina sixûriyê re rûbirû hatine. Li gel vê li welatî û aktîvîstên jin êrîş pêk tê û êşkence li wan tê kirin. Li pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin û dixwazin siyaseta demokratîk bêdeng bikin. Li gel van hemûyan jî îradeya gelan tê desteserkirin. Dema ku em li van pêkanînan dinêrîn dibînin ku rejîma faşîst dixwaze li Kurdistanê carek din rûyê Esat Oktayî zîndî bike."

BI KÛÇIKAN ÊŞKENCE KIRIN!

Bîlgîn da xuyakirin ku Sevîl Rojbîn Çetîn di şert û mercên awarte de hatiye destgîrkirin û wiha axivî: "Berî Çetîn li Amedê polîsan li ser malek din de jî girtîbû û heman rêbaza kuçikan bikar anîbû. Li welatiyan êşkence kiribûn û di bedena wan de şûna diranên kuçikan derketî bû. Li dijî welatiyan hêzek mezin a tundiyê hatibû bikaranîn. Aktîvîst Rojbîn bi tenê li malê rûdine. Mala Rojbînê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Hemû cîranên Rojbînê ji aliyê polîsên TEM’ê ve hatine tehdîtkirin. Dema polîs bi ser malê de digrin, pêşî du heb kuçik şandine mal û polîsan kuçikan wekî amûrê êşkenceyê bikar anîne. Polîsan li gel kuçikan di hundirê malê de sê saet û nîv êşkence li Rojbînê kirine. Polîsan kulm li çavê wê çepê dane, di laşê wê de şûna diranên kuçikan heye. Li ser pişta wê jî şûna pêlavan heye. Li her cihê laşê wê şopên êşkenceyê heye. Li gel êşkenceya fîzîkî êşkenceya derûnî lê kirine. Çavên wê giredane û gef lê xwarin e."

'EM Ê ZILMÊ BI BERXWEDANÊ BIŞKÎNIN'

Bîlgîn nerazîbûn nîşanî daxuyaniya walîtiya dewletê da û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di roja 26’ê Hezîran roja piştevaniya li dijî êşkenceyê bû ku Rojbîn bi êşkenceyê re rûbirû maye.

Li gel vê yekê walîtiya dewletê tundiyê rewa dike û bi vê nêzîkatiyê dixwaze salên 1980'an zîndî bikin. Çima deriyê mala jinek siyaseta demokratîk dide meşandin tê şikandin? Li gel ku bê xwestin dikare biçe îfadeyê bide, çima bi rêya kuçikan êşkenceyê dikin? Waltiya dewletê ji bo êşkencekaran biparêze ketiye hewldanê. Madem Rojbîn xwestiye di şaneşînê de bireve, gelo çima çavê wê yê çepê cihê kulmê heye? Li pişta wê çima cihê pêlavan heye? Heta ku êşkencekar neyên darizandin em ê dest ji vê dozê bernedin û van pirsan ji wan bipirsin. Bi van kiryaran dixwazin civakê bêdeng bikin û bifetisînin. Cîhana ku hûn dixwazin bi zilmê ava bikin, em ê bi berxwedan û têkoşînê bişkînin. Divê vê yekê baş bizanin. Di sala 1980'an de ev kiryar kirin, ji hêla gelê Kurd ve hate pûçkirin."

'ZIMANÊ ŞER'

Bîlgîn destnîşan kir ku li gel hemû aliyên aştiyane û demokratîk, rejîm bi rêbaza şer êrîş dike û bi van gotinan axaftina xwe dawî kir: "Dixwazin bi vê rêbazê me weke xwe bikin û em jî bi rêbaza şer bersiv bidin wan. Lê em ê heta dawiyê rêbazên aştiyane û demokratîk siyasetê bidin meşandin. Li ser vê axê yên ku herî xwişk û biratî, aştî û azadiyê diparêzin em in. Jina Kurd bi têkoşîna xwe dîwarê zilmê û feodaltiya hezaran salan rûxandiye. Têkoşîna jinê di roja îro de destpê nekiriye, têkoşîna jinê xwedî dîrokekê kevnare. Bi van rê û rêbazan ti hêz nikare îradeya jinê bişkîne. Gulten Kişanak di sala 1980'an êşkenceya lê hatiye kirin di kursiyê meclîsê de anî ziman, wê rojê Gulten Kişanak çonk nedanî û ji bo wê yekê jî îro dîl hatiye girtin. Ji ber ku li ber zimanê şer em çokan nadanin îro em rastî van pêkanîn tên. Ji bo vê yekê girtîgeh tijî girtiyên siyasî kirin û ji bo vê yekê hevala me Rojbîn rastî vê êşkenceyê hat. Bi van rêbazan dixwazin rêyên siyaseta demokratîk bigrin û zimanê şer dixin dewrê. Rêbazên Esat Oktay têkçûn û îro jî wê têk biçin."