Bîlgen: Ji ber ku malbat li hev anîn hatin destgîrkirin

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen got, "Ji ber ku malbatên pevketî li hev anîne" hevalên wan hatine destgîrkirin. Bîlgen got, HDP di sindoqê de, li kuçeyan nehatiye têkbirin û bi qirkirinên siyasî jî wê neyê bêkêrkirin.

Wekîlê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen, bal kişand ser siyasetmedarên li Qersê hatin destgîrkirin û wiha got: "Sûcê siyasetmedarên hatin destgîrkirin ew e ku malbatên ne li hev, li hev anîne. Dixwazin berî hilbijartinê bêkêr bikin. Lê nikarin bi ser bikevin." 

3 roj berê li Qersê Parlamentera HDP'ê ya berê Şafak Ozanli, Hevserokê DBP'ê yê Qersê Cengiz Anli, Hevserokê HDP'ê yê Qersê Ekrem Savci, Hevserokê HDP'ê yê Qersê yê berê Cengiz Topbaşli û Şêwirmendê Wekîlê HDP'ê Ayhan Bilgen Hayati Mehmetoglu hatin destgîrkirin. Der barê dosyaya wan de biryara veşartinê anîn. Hat diyar kirin ku kesên hatin destgîrkirin wê roja sêşemê wan bibin dozgeriyê. 

MALBAT LI HEV ANÎN

Wekilê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Qersê Ayhan Bilgen, li dijî destgîrkirina siyasetmedarên li Qersê helwest nîşan da û wiha got: "Sûcê siyasetmedarên hatin destgîrkirin ew e ku malbatên ne li hev, li hev anîne. Li gelek bajarên Tirkiye li dijî siyasetmedarê Kurd, rêveberên HDP û DBP'ê operasyona destgîrkirinê heye. Ev ne tiştekî nû ye. Li bajarên ku nikarin bi hilbijartinê di sindoqan de bi ser bikevin, serî li rê û rêbazên bi vî rengî didin. Lê wê nikaribin bi ser bikevin. Armanca van destgîrkirinan tirs û berbelavkirina rêxistina me ye. Parêzer tevî hemû hewldanan nikarin agahiyê bistînin. Lê li aliyê din agahî dane hemû çapemeniya herêmî. Sûcdariya li ser wan ferz dike ji ber ku malbatên şer kirine li hev anîne. Berpirsiyariya me ew e ku em li ser vê axê aştiyê geş bikin. Divê aştiya nava malbatan û civakan ne sûc be. Divê hemû pirsgirêk bi riya diyalogê bên çareserkirin. Bi van operasyonan dixwazin hevalên me bêzar û bê hevî bikin. Ev rewş beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî zêde bûn. Dixwazin li bajarên ku HDP lê bihêz e, bi van rebazan hêza me bişkînin û ew xwe li vir bihêz bikin. Hewl didin hişekî xerab li ser HDP'ê ava bikin. Lê wê tu carî bi ser nekevin. Çawa ku nikarin di sindoqan de tasfiye bikin, wê bi van rêbazên tirs, perçekirin, reşkirin û destgîrkirinê jî nikaribin bi ser bikevin. Wê qet bi ser nekevin."