Bîlgen: Hevserokatî ji bo me dawî nîne, destpêk e

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen li Wanê di nobeda demokrasiyê de axivî û got, "Sîstema hevserokatiyê ji bo me dawî nîne, destpêk e."

Nobeda demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê yên HDP'î di roja 35'an de ye. Çalakiya li Wanê li ber avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê pêk hat.

Parlamentera HDP'ê Mûazzez Orhan, Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, hevşaredarên Wanê, Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê jî di nav de gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Bîlgen li qada çalakiyê axivî û diyar kir, heta ku têkoşîn nebe, berdêl nebe her tişt wê demkî be.

Bîlgen bal kişand ser sîstema hevserokatiyê û got, "Sîstema hevserokatiyê ji bo me rawestgeha dawî nîne. Jin nîvê dinyayê ne, lewma sîstema hevserokatiyê asteke ku jin bi keda xwe bi xwe tevlî pêvajoyên biryarwergirtinê bibin. Ev yek destpêkeke. Eger ev yek metirsiyek bûya, eger zerarê dide mirovahiyê, eger gefê li rejîmê dixwe hingî çima destûr hate dayin ku sîstema hevserokatiyê di nava partiyan de bê meşandin. Her wiha çima weke gaveke demokrasiyê di referandûman de hate bikaranîn."

Bîlgen destnîşan kir ku ew sîstema hevserokatiyê weke destpêkekê dibînin û got, "Em weke rawestgeha dawî nabînin... Di dawiya dawî de wê mirovahî bi wekheviya jin û mêr di çarçoveya azadiya jinê de şaristaniya xwe ava bike. Wê paşeroja xwe bi xwe ava bike."

Piştî axaftina Bîlgen çalakiya rûniştinê hate kirin.

Di çalakiyê de hate gotin, "Hevserokatî xeta me ya mor e", "Jin jiyan azadî" û "Qeyûm wê biçe gel wê bê" hatin qîrîn.