Bîlgen: HDP ji bo civakê fedakariyê dike

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen got, "Civaka Tirkiyeyê daxwaza guhertinê dike û HDP vê daxwazê rast fêhm dike. Bêyî bikeve nava hesabên biçûk, bi fedakariyê hewl dide bersivê bide vê daxwaza civakî."

Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen ji ANF'ê re axivî. Bîlgen destpêkê bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdê 87 roj in bi rengekî bêdawî û bêdorveger di greva birçîbûnê de ye.

Bîlgen got, ne ya qebûlkirinê ye ku desthilatdarî û meclîs vê rewşê ji nedîtî ve tê û diyar kir, daxwaza Leyla Guven demokrasî û aştiya civakî ya welêt eleqedar dike.

Bîlgen bi dewamî got, "Rewşeke cidî ye ku parlamenterek çalakiyê dike. Ev çalakî li dijî bêhiqûqî û sîstema kêfî ya li Îmraliylê ye. Ne li benda jest an jî qenciyekê ye. Tenê dixwaze qanûn bi cih werin anîn. Ev hewldan jî wê teqez bi ser bikeve."

Bîlgen hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê nirxand û anî ziman, hilbijartin di atmosfereke ji rêzê û demokratîk de pêk nayê. Bîlgen got, "Bêguman hilbijartin wê ji bo me girîng be û encama wê jî wê bandorê li çarenûsa Tirkiyeyê bike. Bi vê bîr û baweriyê em ê tevbigerin. Lê em ê ti carî bi mejiyê partiyên sîstemê tevnegerin."

'BINGEHA SIYASETÊ PARTÎ NÎNE, CIVAK BI XWE YE'

Bîlgen li ser biryara HDP'ê ya ji bo nîşannedana namzetan ji bo Stenbol, Îzmîr û Edeneyê nirxand û destnîşan kir, xala bingehîn a siyasetê partî nîne, lê civak e.

Bîlgen got, "Karê partiyan e ku bendewariya civakî baş fêhm bikin, li meyla stratejîk û demdirêj a civakê bifikirin û li ser vê bingehê wezîfeya xwe plan bikin. Eger mirov siyasetê ji bo peydakirina meqamekî ji şexsan re ya jî tenê parçeyek ji hevrikiya navbera partiyan bibînin, hingî mirovê bikevin nava şaşitiyê. Civak di hilbijartinê de carna ne tenê desthilatdariyê, her wiha partiyên mûxalefetê yên ku hesabên şaş dikin jî ceza dike. Civaka Tirkiyeyê daxwaza guhertinê dike û HDP vê daxwazê rast fêhm dike. Bêyî bikeve nava hesabên biçûk, bi fedakariyê hewl dide bersivê bide vê daxwaza civakî."

Bîlgen diyar kir, wê şaş be ku ev nêzîkatiya HDP'ê di çarçoveya mantiqê ji rêzê yê partiyekê ya jî hilbijartinekê de bê nirxandin û got, "Dawiya dawî xala bingehîn a siyasetê partî, lîder an jî şexs nîne. Navenda siyasetê civak e, divê em bi vî rengî bifikirin û tevbigerin."

'QERS MEHKÛMÎ ŞERT Û MERCÊN SERDEMA NAVÎN KIRINE'

Ayhan Bîlgen ku di hilbijartinên xwecihî de tevî Hatîe Orhankazî namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê ye, karên xwe yên ji bo hilbijartinê jî zêde kir.

Bîlgen bal kişand ser mîrateya dîrokî ya xurt a Qersê û bi bîr xist, beriya sed salî ku hîn Komar ava nebûbû, Qers ji aliyê şûrayeke hevpar ve dihate birêvebirin ku şûra ji Malakan, Rûs, Ermenî, Rûm, Azerî, Terekeme, Kurd, Tirkmenan pêk dihat.

Bîlgen da xuyakirin, Qers yek ji referansa herî girîng a çanda demokrasiyê ya herêmê ye û wiha dewam kir: "Rêveberiya wê ya xwecihî heta niha ji aliyê CHP, AKP û herî dawî ji aliyê MHP'ê ve hate birêvebirin. Yekane partiya ku li Qersê nehatiye ceribandin û yekane alternatîf HDP ye. Bajar veguheriye mîna sergoyekî. Mirov bi rehetî nikarin derkevin kolanan. Ne rêyên gundan hene, ne jî rêyên navbera bajaran. Bajar mehkûmî şert û mercên serdema navîn kirine. Bêkarî, xizanî gelekî zêde ye, xizmetên tenduristiyê bi têrkerî nîne. Şaredarî xistine qirêjiya rantê. Di rewşeke wiha de gel daxwaza guhertinê dike. Bêguman di hilbijartinê de wê bersiv ji vê rewşê re bê dayin. HDP di hilbijartinên 2014'an de li Qersê partiya çaremîn bû. Ji sala 2015'an û vir ve ez li vir dixebitim. Niha jî eleqeyek û piştgiriyeke mezin ji bo me heye."