Bîlgen: CPT hevparê sûcên li Tirkiyeyê ye

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen diyar kir, tecrîdkirina Ocalan êrîşek li dijî destketiyên gelê Kurd e û got, CPT û mekanîzmayên wê bûne hevparê vî sûcî.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û got, "Tecrîd qebûlnekirina hebûn û îradeya Kurdan e."

Bîlgen diyar kir, tecrîd êdî bandorê li hemû gelên Rojhilata navîn dike û got, "Tecrîda li Îmraliyê êrîşek li dijî destketiyên Kurdan e, êrîşa li feraseta demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ye. Mijara tecrîdê bûye beşek ji polîtîkaya giştî ya Tirkiyeyê. Mirov dikare bêje, tecrîd bûye hîmê bingehîn ê rojeva Tirkiyeyê."

Ayhan Bîlgen işaret bi bê hiqûqiya li Îmraliyê kir û destnîşan kir ku ev bê hiqûqî ji aliyê gelan ve nayê qebûlkirin. 

Bîlgen helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) a li ser tecrîdê rexne kir û got, "CPT, mîna ku ti pirsgirêk nîne, li ser daxwazeke taybet peyamek da û bi vê peyamê re hewl da sîstema li Îmraliyê rewa bike. Ev yek manîdar e. Bêguman ji aliyê têkiliyên Ewropa û Tirkiyeyê ve mijareke ku hêjayî lêpirsînê ye.

DMME neçar e ku di biryarên sembolîk de hîn bi rengekî cidî tevbigere. Yanî, serlêdaneke ku beriya niha bi heyşt salan hatiye kirin bi derengî nirxand û di biryara xwe de şert û mercên heyî ji nedîtî ve hat. Ev yek li pîvanên Konseya Ewropayê û nirxên hevpar ên mirovahiyê yên Ewropayê nayê. Tirkiye vê biryarê ji xwe re dike hincet û li pêş çavên cîhanê hîn jî kiryarên xwe yên binpêkirinê didomîne. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye."

'CPT ŞIRÎKÊ SÛCÊN LI TIRKIYEYÊ YE'

Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku rol û wezîfeya CPT eşkere ye û got: "Bêguman astengî li pêşiya wê hene. Yanî mekanîzmayên ku sîstema kar a CPT asteng dikin, hene. Lê belê çi dibe bila bibe, mafê CPT nîne ku mîna tiştek tine ye tevbigere."

Bîlgen bal kişand ser êşkenceya li girtîgehên Tirkiyeyê û wiha dewam ikr: "Li Tirkiyeyê hiqûqa navxweyî, mewzûat jinedîtî ve tên û bi bahaneya gelek tiştên biçûk li girtîgehan mafên bingehîn tên astengkirin. CPT jî bûye şirîkê van sûcên çend salên dawî yên li Tirkiyeyê. Bêguman mekanîzma, sazî û îradeya polîtîk ku CPT pê ve girêdayî ye, şirîkê vî sûcî ne."

'TECRÎD SIYASETA TIRKIYEYÊ DIXITIMÎNE, ÇARESERÎ LI ÎMRALIYÊ YE

Bîlgen ragihand, siyaseta Tirkiyeyê ji ber tecrîdê xitimiye û anî ziman, bi rakirina tecrîdê re siyaset dikare ji vê rewşa xitimandî rizgar bibe.

Ayhan Bîlgen bi bîr xist ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û got, "Betalkirina pêvajoya ku bi Birêz Ocalan re hate meşandin, rê li ber derketina krîzê vekir."

Bîlgen işaret bi gefên dewleta Tirk ên li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê kir û got, "Astengkirin û sabotekirina mafê Kurdan ê di paşeroja Sûriyeyê de, wê bi ti awayî ji bo civaka Tirkiyeyê nebe tiştekî bi xêr. Berevajî vê yekê wê rê li ber rîsk û kaosên nû veke. Lewma di vê pêvajoyê de divê ji vê zerarê vegerin. Ev jî bi tevlîkirina Birêz Ocalan a li pêvajoyê dibe."