Bîlançoya erdhejê ya li Rojhilat kêlî bi kêlî giran dibe

Encama karesata erdhejê li gundên Rojhilatê Kurdistanê gelekî giran e. Tê texmînkirin ku hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 500 kesî.

Erdheja ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rû da, li Kirmanşan, Qesrî Şîrîn, gund û derdora vê herêmê rê li ber ziyaneke gelekî mezin vekir. Hejmara mirovên li Kirmanşan, Qesrî Şîrîn, Serpol Zehap, Ezgele, Dalaho, Selas Bawecanî û navçeyên li derdorê ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan, kêlî bi kêlî zêde dibe. Her ku mirov xwe digihînin bajar, navçe, gund û gundikên têkilî bi wan re qut bûbûn, hejmara qurbaniyan zêde dibe û asta hilweşîner a felaketê jî zelal dibe.

Li Rojhilatê Kurdistanê heta duh agahî ji gelek gundan nedihat wergirtin. Duh bi şev agahî ji hin gundên ser bi Kirmanşanê hate girtin.

Yek ji van gundan jî Nîwakar e. Li vî gundî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 10 kes jî birîndar in.

Li gundê ku gelekî ziyan dît, gundî bi şev li derve man. Tê gotin, hê jî mirov di binê xirbeyên malan de ne.

Tê texmînkirin, hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dan gihîştiye 500 kesî.

SEFEBERIYA ALÎKARIYÊ

Di vê navberê de bangên KCK û Heyva Sor a Kurdistanê yên ji bo alîkariyê, li Rojhliatê Kurdistanê deng vedan. Li bajarên Sine, Merîwan, Kamyaran, Dîvulan, Şaho û gelek bajar, navçe û bajarokên din seferberiya alîkariyê dest pê kir. Ji van bajarên navborî heta niha bi konvoyan xwarin, kon, betanî û gelek alavên din ên pêwîst ji herêmên erdhejê re hatin şandin.