'Bila lîsteyên hilbijêran ji nû ve bên amadekirin'

34 rêxistinên civakî yên sivîl ên li Başûrê Kurdistanê, beriya hilbijartinê daxuyaniyeke nivîskî dan û xwestin, lîsteyên hilbijêran ji nû ve bên amadekirin.

Piştî çalakiyên gel ên 18'ê Kanûnê li Başûrê Kurdistanê dest pê kirin, amadekariyên ji bo hilbijartina parlamentê zêde bûn. 34 rêxistinên civakî yên sivîl beriya hilbijartinê daxuyaniyeke nivîskî dan û xwestin, lîsteyên hilbijêran ji nû ve bên amadekirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê qanûna hilbijartinê bê sererastkirin û navê kesên jiyana xwe ji dest dane, yên ji parçeyên din ên Kurdistanê koç kirine û navê kesên du caran hatine nivîsandin ji lîsteya hilbijêran bên dexistin.

Li Başûrê Kurdistanê, derketibû holê ku di hilbijartina 2013'an de li Duhok û Hewlêrê bi navê 80 miriyan deng hatiye dayin, gelek deng ji carekê zêdetir hatine dayin û kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê koç kirine weke hilbijêr hatine qeydkirin.

Di daxuyaniya hevpar de rêxistinên civakî yên sivîl ev daxwaz kirin:

1- Di bin çavdêriya parlamentê de qanûnên hilbijartinê ji nû ve bên sererastkirin

2- Qanûna hilbijartinê tavilê bê sererastkirin

3- Di pêkanîna kotayê de kesên ku kota ji bo wan hatiye diyarkirin, bi xwe dengê xwe bidin

4- Lîsteya hilbijêran li gorî sîstema biyometrîk a Iraqê were kirin

5- Eger derbasî sîstema biyometrîk nebe, divê ev werin kirin:

- Navê miriyan ji lîsteyê bên derxistin

- Navê hilbijêrên ku du caran hatine nivîsandin bên jêbirin

- Navê hilbijêrên li herêmên 'cihê nîqaşê' bên derxistin

- Navê kesên ji parçeyên din ên Kurdistanê koç kirine bên jêbirin

- Ji bo lîsteya hilbijêran û kesên roja hilbijartinê wezîfedar in dubare nebe, ji hev cuda bên amadekirin

- Yên sala 2000'î ji dayik bûne weke hilbijêr bên qebûlkirin

6- Cihê dayina dengdanê û cihê komkirina dengan bên diyarkirin

7- Pêşî li dayina dengan a elektronîk were vekirin

8- Komîsyona hilbijartinê bi rengekî adîl û profesyonel bê hilbijartin

9- Wezîfedar û hilbijêrên giştî di heman rojê de deng bidin

10- Hilbijartin li heyetên çavdêr ên navneteweyî vekirî be

11- Saziyên civaka sivîl bibin çavdêr