BI DÎMEN

Bila li ser xwîna zarokên me avahiyan lê nekin

Malbata Rozerîn Çûkûr a 17 salî, ku di nava berxwedana Sûrê de li kolanên lê ji dayik bûn û mezin bû hat kuştin, da xuyakirin ku ew ê qebûl nekin li ser xwîna zarokên wan avahî werin çêkirin.

Malbata Rozerîn Çûkûr, ji ber ku cerdevanî qebûl nekir, neçar mabû koçî Sûrê bike. Rozerîn a 17 salî, li kolanên lê ji dayik bû, tevlî karwanê nemiran bû. Komek ji ciwanan, tevî nebûna derfetan, di 15'ê Tebaxa 2015'an de xwerêveberî ragihandin û piştî "qedexeya derketina derve" ya di 28'ê Mijdarê de hat ragihandin dest bi berxwedanê kirin. Yek ji berxwedêrên vê berxwedana 104 rojan Rozerîn bû. Rozerîn tevî gelek heval û hevrêyên xwe yên li taxê, cih û warên xwe neterikand û di roja 38. a berxwedanê de, di 8'ê Çileyê de li nêzî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf a li taxa Fatîhpaşayê jiyana xwe ji dest da. Lê belê zilma dewletê bi vê yekê neqediya. Bi hezaran leşker û polîsên tîmên taybet, tevî teknolojî û çekên xwe yên herî pêşketî, dor li cenaze girtin û nehiştin cenaze bê rakirin. Malbata wê û malbatên hevrêyên wê, ji bo cenazeyên xwe rakin, dest bi çalakiyê kirin. Malbat ketin grev birçîbûnê û ji bo dengê xwe bidin bihîstin qet neçûn mala xwe û nobed girtin. 5 meh piştî bidawîbûna êrîşan, cenazeyê Rozerîn li cihê hatibû defn kirin hat birin. Cenaze li gundê Herîdan ê navçeya Pîranê, berî pênc mehan bi kincê bûkê û ala PKK'ê ya li darbesta wê hate pêçandin, hat veşartin. Makîneya wê ya wêneyan dikişîne, ku pê wêneyên kolanên Sûrê dikişand, danîn ber serê wê.

Piştî çûyîna Rozerîn êdî jiyana malbatê li rewşa xwe ya berê qet veneriya. Dayik, bav û 2 xwişk-birayên wê hewl didin valahiya wê bi wêneyên wê dagire. Bav Mûstafa Çûkûr di her firsendê de diçe serdana gora wê. Dayik Fahriye Çûkûr jî ku hê êşa wê teze ye, ji roja veşartina cenaze û vir ve nekarî biçe ser gorê.

'JI BO ZAROK NEMIRIN XWE FEDA KIR'

Dayik Çûkûr dixwaze qala keça xwe bike, lê her carê gotin di ber de dimîne. Dayik Çûkûr dibêje ev saleke xew neketiye çavên wê. Dayika Fahriye destnîşan dike, ku ew ê ti carî ji ser rêya Rozerîn dernekevin û dibêje, "Dewlet timî dibêje 'em nifşekî oldar perwerde dikin'. Rozerîn hê 11 salî bû Quran xetim kir. We çima zarokeke Misilman kuştin. Ji keça min re gotin terorîst. Rozerîn dema li malê bû, timî pê piştrast bû. Keça min bi berpirsyarî radibû. Li vê derê zilm hebû. Keça min jî li ber zilmê rabû. Ji bo careke din zarok nemirin, xwe feda kir. Bila êdî zarok nemirin."

'EM BI SAXÎ XISTIN GORÊ'

Fahriye Çûkûr diyar kir, ji ber kuştina zarokan wê ti carî aramî nebe para vê dewletê û wiha dewam kir: "Me hizûr nedît, yên ev anîne serê me ewê jî hizûrê nebînin. Rozerînê gêrîkek jî nedêşand. Zilmeke welê li ser vê axê hat kirin, ku bi salan wê neyê jibîrkirin. Dayikan ji bo cenazeyên zarokên xwe têkoşiyan. Em bi saxî xistin gorê. Em bi mehan li benda cenazeyên zarokên xwe man. Piştre kîsekî cesed dan destê me. Em li pêşberî mirina zarokên xwe bêdeng nemînin. Bila malbatên leşker û polîsan jî bi me re dengê xwe bilind bikin. Em dayik in. Zarokên me terorîst nînin. Zarokên me hê gelekî biçûk in, ne heq e ku bimirin. Weke dayik em pêşî li mirina zarokên xwe bigirin. Em daxwaza aştiyê bikin, dilê me şewitî bila yê kesekî din neşewite."

'NABE KU LI SER XWÎNA ZAROKÊN ME AVAHIYAN ÇÊBIKIN'

Dayik Çûkûr anî ziman ku ew nikare biçe ser gora keça xwe, dema li ciwanên di gorê de difikire nikare îdare bike û got, "Bi rengekî bêçare çawa biçim ser gora keça xwe... Min nekarîbû wê biparêzim. Min nekarî hesabê wê bipirsim. Ez bi kîjan rûyî biçim ser gora keça xwe? Mafê wan nîne ku ev anîn serê me. Ev hefteyeke ez li roja keça min miriye difikirim. Ez hê îro jî dibêjim, hê dijiya. Keça min kuştin. Her fîşeka li Sûrê hat teqandin, agir bi dilê dayikan xist. Niha rabûne li Sûrê dest bi çêkirina avahiyan dikin. Kîjan wijdan dikare vê qebûl bike. Her avahiya tê çêkirin li ser xwîna zarokên me tên çêkirin. Ez naxwazim, nabe ku li ser xwîna zarokên me avahiyan çêbikin. Canê me dişewite. Dema Rozerîn kuştin, gelo li emrê wê pirsîn? Ew hîn zarok bû. Fîşek jî şerm dike li bedena wê bikeve. Lê dewletê şerm neki dema ew kuşt."

MALBAT TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIMEŞÎNIN

Bav Mûstafa Çûkûr da xuyakirin, ku Rozerîn di nava malbatê û derdorê de gelekî dihat hezkirin û ji ber ku zû ji dest dane, ew gelekî pê dêşin. Bav Çûkûr, piştî ku keça wê hat kuştin, hem li nava welêt hem jî li derveyî welat dest bi têkoşîna mafê xwe kir û diayr kir, wan bi malbatên berxwedêrên Sûrê re zemîneke hevpar a têkoşînê ava kirine. Çûkûr got, "Weke mirovên zarokên wan li Sûrê jiyana xwe ji dest dan, em demeke dirêj têkoşiyan. Lê belê encam ji bo me her tim bi êş û giran bû. Salek di ser re derbas bû, lê me êşên xwe hê ji bîr nekirine. Êşa zarokên me teze ye."

'ŞOPÊN WAN JÊ NEBIN'

Bav Çûkûr diyar kir, li Tirkiyeyê hê jî zarok tên kuştin û got, "Em hê jî nehatine ser xwe. Piştî ku keça me kuştin, jiyana me bi ti awayî li rewşeke normal venegeriya. Xwezî me jî bi zaroka me re veşartibûna. Wê baştir bûya. Êdî nikarim biçim Sûrê. Her cihê ez pê lê dikim, mîna ku pê li gora keça xwe dikim e. Êşa me kêm nebûye, lê qet nebe bila berpirsyar werin cezakirin. Bila Sûr azad bibe. Bes Sûrê hilweşînin û paqij bikin. Li wir şopa zarokên me hene."

DOZ LI BAV VEKIRIN

Çûkûr destnîşan kir ku ew bi keça xwe serbilind e û got, "Mîna Rozerîn gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Li wê derê têkoşîna gel hat meşandin. Zexta niha li rojavayê welêt tê kirin, li vir jî tê kirin. Ji ber vê yekê zarokên me li Sûrê daketin kolanan. Li aliyekî li cenazeyê keça xwe digeriyam, li aliyê din jî bi dozên ku dewletê li me vekirî re mijûl dibûlm. Lêpirsînên li dijî me hatine vekirin hê dewam dikin. Gelo bavek hê çiqasî dikare bê êşandin. Min keça xwe ji dest da. Dema li hesabê vê pirsiyam, dewletê min mehkeme kir. Ji ber hevpeyvîneke bi kovara Elman re û ji ber axaftina xwe li Kongreya KCD ez têm darizandin. Bila bes me bêşînin. Canê me girtin, hê çi dixwazin ji me. Ji bo keça xwe ez ê karibim canê xwe jî bidim."