'Bila her kes li ber talana ekolojîk rabe'

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî talana ekolojîk bang kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî talankirina xwezayê li avahiya Sendîkaya Kedkar a Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) civîneke çapemeniyê lidar xist. Berdevkê platformê Samet Ûcaman daxuyanî da û got, "Sûcê herî mezin qirkirina ekolojîk e."

Ûcaman bal kişand ser talana ekolojîk a li çar aliyên welêt belav bûye û anî ziman ku bi bahaneya ewlekariyê xweza û paşeroj tê talankirin. Ûcaman got, "Li Licê, Dersim û Şirnexê bi heman rêbaz û argûmanan nêzîkatî tê nîşandan. Saziyên muxeteb daxuyaniyê nadin û bingeheke qanûnî jê re tê amadekirin. Eşkere ye ku ev talan zerarê dide hemû zindiyên li vê cografyayê."

Ûcaman xwest talankirina xwezayê bê rawestandin.

Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran bang li endaman hemûyan kir ku dengê xwe li dijî talan ekolojîk bilind bikin.