Bijîşk Gorken derbarê dermanê Lyrica welatî hişyar kirin

Bijîşk Gokhan Gorken derbarê dermanê Lyrica ku zêde tê bikaranîn de welatî hişyar kirin û got ku divê dibin kontrola bijîşkan ev derman bê bikaranîn.

Bijîşk Gokhan Gorken derbarê dermanê Lyrica ku zêde tê bikaranîn de welatî hişyar kirin û got ku divê di bin kontrola bijîşkan de ev derman bê bikaranîn.

Rêveberê Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê Bijîşk Gokhan Gorken derbarê bikaranîna dermanê bi navê Lyrica de agahî da. Gokhan Gorken diyar kir ku Lyrica bi gelemperî di dermankirina neuropathîk, êşên giran ên nervê û nexweşên epîlepsiyê de tê bikaranîn.

Gorken destnîşan kir ku hebên Lyrica ne girêdayîbûna psîkolojîk, dibe sedema tiryaka fîzyolojîk û wiha got: “Lyrica di tedawiya tiryakê de tê bikaranîn. Rêjeya wê ya pêwendiyê kêmtir e û ji bo kêmkirina girêdanên din tê bikaranîn. Dermaneke ewle û bi kontroltir e. Mixabin mirov dikare bibe tiryakê wê. Ew ne dermanek narkotîk e. Ew mirov gêj dike û hişê wan rehet dike. Ji ber vê yekê mirov wê bi kar tîne. Dermanek e ku divê bêyî reçeteya doktor neyê dayîn. Mirov tenê dikare bi pereyê xwe bikire. Divê ji bilî pêşniyaza bijîşkan vî dermanî nexwe û ji dermanxaneyan pêvtir ji tu ciheke din nekire. "

Gorken anî ziman ku ew bikaranîna ji bo demeke dirêj napejirînin û wiha bi dawî kir: “Bikaranîna demeke dirêj dibe sedema tiryakîbûnê. Em li ser nexweşan gav bi gav kêm dikin û dawiyê bi temamî qut dikin. Divê ev derman zêdetirî 6 mehan neyê bikaranîn. Yên ku wê bi dizî dikirin dozên bilind bikar tînin. Dewlet pere nade, bijîşk ji doza normal zêdetir pêşniyar nakin. Ew bi dozên bilind ji Îranê tê û ji ber vê  dikare bibe tiryakiyê wê. Em dozên bilind ji nexweşên xwe re pêşniyar nakin."