‘Bi xweseriyê re wê li Şengalê ewlehî û yekîtî pêk were’

Hevserokên Meclîsa Xweser a Şengalê û fermandarên YBŞ’ê diyar kirin ku îlankirina xweseriyê ya li Şengalê ji bo yekîtî û ewlehiyê gelekî girîng e.

Hevserokên Meclîsa Xweser a Şengalê Rihem Hiço û yek ji fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd xweseriya li Şengalê nirxandin.

HIÇO: WÊ JIN BI AWAYEKÎ ÇALAK BEŞDAR BIBIN

Hevseroka Meclîsa Xweser a Şengalê Rihem Hiço ev tişt diyar kir:

“Me vê projeya xweseriyê di encama nîqaş û civînên du salan pêk anîn. Di vê derê de armanca me ev ev e ku, em gelê Êzidî bîne ba hev û li hemberî êrîşan gelê xwe amade bikin. Di demên pêşiya me de wê li ser bingeha vê projeyê gelek civîn were lidarxistin û wê fikr û pêşniyazên gelê me, têkevin meriyetê. Di vê projeyê de rola jinan gelekî watedar û girîng e. Di Meclîsa Xweser a Şengalê ya Demokratîk de wê kotaya jinan a ji sedî 40 were pêkanîn û wê jin di her warî de bi awayekî çalak beşdar bibin.”

HECÎ: JI BO YEKÎTÎ Û EWLEHIYÊ..

Hevserokê Meclîsa Xweser a Şengalê Hisên Hecî jî got, “Ji projeya xweseriyê ya ku îlana wê hatiye kirin mebesta me ev e ku em gelê xwe yên Êzidî bînin ba hev. Daxwaza me ya sereke ev e ku hemû gelên me xwedî li vê projeyê derkevin û xwe birêxistin bikin. Di du salên dawîn de em dixwazin ewlehî û yekîtiya gelê xwe pêk bînin.”

SEÎD: EM Ê PÊŞKEŞÎ HEMÛ ALIYAN BIKIN

Yek ji fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen Seîd jî têkildarî Projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ev tişt diyar kir:

“Di vê pêvajoyê de îlankirina vî tiştî ji bo gelê me yê Êzidî gelekî girîng e. Em ê vê projeya xwe pêşkêşî hemû kesan bikin ên ku di qetlîama li ser gelê me de cih negirtine. Em nîşanî nîşanî cîhanê bidin ku gelê Êzidî civakeke aştîxwaz e. Em hêzên YBŞ/YJŞ’ê jî wê têkiliya me bi hêzên leşkerî hebe yên ku di bin banê Meclîsa Şengalê de ne. Em ê peywira xwe ya bingehîn ango parastin û ewlekariya gelê xwe her dem li ser bingeheke rast bi cih bînin.”