'Bi xeta Zîlanan wê tecrîda Îmraliyê were şikandin'

Endama Koordînasyona PAJK ê Şîmal Ulkem diyar kir ku wê bi xeta Zîlanan tecrîda Îmraliyê were şikandin.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem şehadetên meha Hezîranê û şehadeta Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn nirxad yê ku herî dawîn di encama êrîşa hewayî ya artêşa Tirk de şehîd bûbû. Ulkem rewşa li girava Îmralî, her wiha zextên li ser jinê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker di bernameya 'Rojeva Jinê' ya Stêrk TV de nirxand.

Ulkem di serî de şehîdên meha Hezîranê bi bîr anî û got: “Di serî de em Tevgera Azadiya Jinê, şehîd Gulan, şehîd Sema, şehîd Zîlan û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn bi hurmet bi bir tînin.”

‘PÊWISTIYA MIROVAYETIYÊ BI FIKRÊN RÊBER APO HEYE’

Endama Koordînasyona PAJK ê li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd got: “Ger ku fikir û ramanê Rêbertî nebe, wê mirovayetî ber bi krîz û qeyraneke mezin ve biçe.” Ulkem bang li gelê Kurd û hemû alîgirên demokrasî kir ku xwedî li Rêber Apo derkevin û got “Îro sîstema kapîtalîzmê û mêrperwer ketiye nava krîzeke wisa mezin ku, dema ku dixwaze ser pêyan, hemû nirxên demokratîk jî bi xwe re dirûxîne. Rêbertiya me şoreşgerê Rojhilata Navîn e. Çawa ku mirov niha bi nexweşiyê jiyana xwe ji dest didin, ger ku em bi fikr û birdoziya Rêber Apo xwe perwerde nekin, ti dermanekî cuda tine ku me ji mirinê rizgar bike. Herî zêde pewîst e jin û ciwan xwedî li Rêber Apo derkevin.”

TÊKOŞÎNA JINAN

Ulkem di derheqê bîrdoziya azadiya jinê de taybet li ser rêxistinbûyîn û têkoşîna jinan jî got “Ger ku bîrdoziya azadiya jinê, bi bandor nebûya, dibe ku li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke di vê astê de pêk nehata. Ger ku jinên Kurdistanê îro li her çar perçayê Kurdistanê de di nav berxwedaniyekê de ne, ev yek bi saya bîrdoziya Rêbertiya me ye. Li cihê ku têkoşîn pêş neketiye, parçebûyîn û ketina bin bandoriya sîstemê zêdetir e. Niha gelê Şengalê, xwe bi rêxistin kir, hêza xwe ya parastinê bi navê YJŞ ava kir. Bi vî rengî xwe ji qetlîamê rizgar kir. Li vir em pirs bikin lêkolîn bikin ew çavkaniya vê fikrê kî ye? Ev fikra Rêberê Gelê Kurd e. Rêber Apo rihê jinê ya têkoşêriyê derxiste holê û xwedî lê derket. Ji bona vê em dibêjin ev proje û program ya azadiya jinê ye. Ev program bû malê jinên cîhanê. Ên ku bi rastî li fikrê Rêber Apo bandor bûn hatin tevlî hêzên me bûn, bi dehan enternasyonal hatin tevlî refên têkoşînê bûn, hindek ji wan şehîd jî bûn.”

JI BER KU EFRÎN BAJARÊ DÎROKA JINAN E, ÊRÎŞÎ WÊ TÊ KIRIN

Ulkem bal kişand ser rewşa dawî ya Efrînê û got: “Heta ku Efrîn rizgar nebe em nikarin ti cihekî rizgar bikin. Pêwîst e hemû ciwan û gelê me bizanibe ku heta Efrîn rizgar nebe em ê şevekê jî rehet ranezên. Pewîst e em bizanibin ev êrîşên li ser Efrînê ne êrişeke ji rezê ye, ger ku em ji rêzê bibînin wê her kes jî vê rewşê ji rêzê bibîne. Ger ku êrişên li ser Efrîne bê bersiv bimîne wê dagirkeriya dewleta Tirk xwe zêdetir xurt bike. Di wê pêvajoya dawî de ji xeynî Kurdan,kes xwedî li Kurdan dernakeve. “

AZADIYA GIRTIYÊN SIYASÎ

Ulkem ji bo girtiyên di zindanên Tirkiye û Îranê de jî banga geşkirina berxwedanê kir û got “Ew hêzê ji Rêbertî werdigirin. Wezîrên dewleta Tirk bi fermî daxuyanî dan û gotin, ‘Yê ku dihêle tevgera PKK’ê li ser lingan bisekine tevgera jinê ye.’ Mirov tenê li vê daxuyaniya dewleta Tirk binêre, fêm dike ku çima herî zede êrişan dibin ser jinan. Me careke din dît ku dewleta Tirk çiqasî ji jinan ditirse. Û pêwîst e em fêm bikin ku di rastiyê de êrîşê dibin ser jinên têkoşer û berxwedêr.”

Ulkem taybet bal kişand ser rewşa girtiya siyasî ya li zindana Îranê, Zeynep Celaliyan û got: “Ji bona me cihê rexnedayinê ye ku heya niha gelek caran ew kete rewşên giran. Pêwist e ji îro pê ve hemû tevgerên jinan ên dinyayê û yên demokrat li hember rewşa Zeynep Celalyan bêdeng nemînin”

‘BI ZANEBÛN LEYLA GUVEN GIRTIN’

Ulkem derheqê girtina parlementera Colemergê Leyla Guven got: “Bi zanebûn Leyla Guven hate girtin. Ji ber ku Leyla bûbû sembola pêşengên greva birçîbûnê. Şerm e ku li Amedê rewşeke wisa tê jiyîn. Çawa çêdibe ku li ber çavê me, parlementerên me ji malê derdixînin û wan dibin. Divê ciwan û jinên Amedê li hemberî faşîzmê helwesta xwe diyar bikirina.”

QETILKIRINA BARIŞ ÇAKAN

Ulkem diyar kir ku ne bi tenê ji bo gelê Kurd ji bo gelê Tirk jî şermeke mezin e û got, “Ez qetilkirina ciwanê Kurd ê bi navê Barış Çakan jî wekî paşverûtiyekê dibînim. Gelo çawa çêdibe ku ciwanek ji ber ku bi zimanê dayika xwe axiviye, were qetilkirin.”

Ulkem derbarê qetilkirina George Floyd jî got, “Qetilkirina George Floyd bû sembola neqebûlkirina nijadperestiyê. Ez vê çalakiya wan a li hemberê nijadperestiyê silav dikim. Pêwîst e bertek û çalakiyên li hember qetilkirina ciwanê Kurd Bariş çakan jî bibe weke bertek û çalakiyên ji bo George Floyd. Bariş Çakan jî George Floydê gelê Kurd û Tirk e. “

Ulkem diyar kir ku ger zimanê me neyê qebûlkirin em jî zimanê wan qebûl nakin û got, “Yên ku çanda me qebûl neke, em jî çanda wan qebûl nakin. Her wiha em ê bi sekneke berxwedêr li hemberî wan rabin.”