Bi tabûreke leşkerî mobesseyê bi cih dike, gerîla jî wê îmha dike

Dewleta Tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi balafirên şer, helîkopter û droneyan nikare encamê bi dest bixe, vê carê jî giranî daye ser mobesseyan. Gelek mobesse ji aliyê gerîla ve hatin îmhakirin.

Gerîla TV dîmenê kamerayên mobesse weşand ku li Xakurkê, Heftanîn û Metînayê ji aliyê hêzên gerîla ve hatin tespîtkirin û îmhakirin.

Ji çalakiyan 2 jê 13'ê Gulanê û 26'ê Hezîranê li Xakurkê hatin lidarxistin. Yek jî 4'ê Tebaxê li heftanînê, ya din jî 28'ê Gulanê li Metînayê hate kirin.

Di çalakiya Metînayê de tê dîtin ku gerîla bi kincê xwe yê kamûflajê bêyî ku dagirker pê bihesin xwe nêzî mobesseyekê dike û îmha dike.

Di dîmenekî din de jî li Xakurkê du gerîla xwe nêzî kamerayeke mobesse dikin a li ser girekî hatibû bicihkirin. Gerîla ji nêz ve li kamera mobesse direşînin.

Li Heftanînê jî kamerayeke mobesse ya bi dîrekekî ve hatibû kirin, ji aliyê gerîla ve bi kalaşkînovê hate îmhakirin û dîmenê wê hate kişandin. Her wiha tê dîtin ku gelek kamera piştî hatin îmhakirin ji aliyê gerîla ve ji cih têne rakirin.

Çavkaniyên gerîla dibêjin, dewleta Tirk giranî daye ser bikaranîna mobesseyan û ev yek jî nîşan dide ku mîsyona balafirên bêmirov ên bêçek û biçek têk çûye.

Artêşa Tirk ku bi balafirên keşfê nikare li çiyayên Kurdistanê kontrolê bike, ji bo karibe her kamerayeke mobesse bi cih bike, neçar dimîne ku hêzeke mezin a leşkerî li qadê deyne. Mobesse ji bo çavdêriya bejahî tê bikaranîn. Li gorî çavkaniyên gerîla, ji bo bicihkirina mobesseyeke bi tenê, herî kêm bi qasî tabûrekê leşkeran tînin qadê.

Gerîlayeke YJA Starê li ber du mobesseyên li Xakurkê hatin bidestxistin wiha axivî, "Dijmin li qada me ya Xakurkê, ji bo karibe pêşî li çalakiyên me bigire serî li rêbazên mobesse û wênekêşan dide."

Gerîlaya YJA Starê got, "Ev yek li pêşiya me ne asteng e" û diyar kir ku dewleta Tirk ji bo karibe van kamerayan bi cih bike hêzeke mezin a leşkerî bi kar tîne.

Gerîla got, "Ji bo karibin kamerayeke mobesse bi cih bikin, tabûreke leşkeran tînin. Li qadên ku nikarin lê serwer bibin, cîhazên bi vî rengî bi cih dikin."

Gerîla diyar kir ku her ku kamera hate bicihkirin wê bêne îmhakirin û got, "Dixwazin serwer bibin, lê em destûra vê yekê nadin."