Bi sed hezaran kes tevlî Newroza li Wanê bûn: Bijî Serok Apo

Li Wanê bi sed hezaran kesên tevlî pîrozbahiyê bûne dirûşma "Bijî Serok Apo" diqîrin. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz got, "Sala 2023'an wê bibe sala azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan."

Bernameya Newrozê ya li Wanê bi beşdariya bi sed hezaran kesî dewam dike. li qada Newrozê ku bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" tê qîrîn, Koma Sorjiyan derkete ser dikê. Piştre bi navê Partiya Kesk Çep endamê Desteya Rêveberiya Navendî Cahît Kirkizak axivî.

Kirkizak got, "Kesê ku li qesrê rûniştî ye, her ku vê girseyê dibîne ditirse, dilerize. Meha Adarê meha berxwedan û têkoşînê ye. Gelê Kurd ti carî serî netewand, ji niha û pê ve jî wê netewîne. Îro li her derê berxwedan eye, gelê me bi vê berxwedanê destanê dinivîsîne. Em tecrîda li ser Birêz Ocalan qebûl nakin. Tecrîd tecrîdkirina gelê Kurd e."

'EV HILBIJARTIN HILBIJARTINA QEDANDINA TECRÎDÊ YE'

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç jî destnîşan kir ku Newroz destpêkeke nû, berxwedan e û got, "Newroza îsal Newroza rizgariya ji faşîzma AKP-MHP'ê ye. Newroza îsal Newroza guhertina desthilatdariyê ye, ragihandina sala serketinê ya 2023'an e. Em ê AKP-MHP'ê di hilbijartinê de têk bibin. Ev hilbijartin hilbijartina rizgariya ji vê desthilatdariya dijminê Kurdan e. Ev hilbijartin di heman demê de hilbijartina rizgariya ji qeyûm e ku îradeya gel desteser kiriye. Ev hilbijartin hilbijartina azadiya hevalên me yên li zindanan e, hilbijartina hesabpirsîna ji desthilatdariyê ye. Ev hilbijartin hilbijartina rizgariya ji desthilatdariyê ye ku 24 meh in tecrîdê li Îmraliyê ferz dike. Li cîhanê tecrîdeke bi vî rengî nîne. Ev desthilatdarî ji ber ku aştiyê naxwaze, ji bo dewamkirina polîtîkaya şer tecrîdê dewam dike. Ev hilbijartin hilbijartina dawîanîna li tecrîdê ye."

'2023 WÊ BIBE SALA AZADIYA ABDULLAH OCALAN'

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz piştre axivî û got, "Em tecrîdê ti carî qebûl nakin. Israra di tecrîdê de israra di şer de ye. Israra di tecrîdê de israra di dijminatiya li Kurdan, neçareserî û ferzkirina bênasnametî ye. Lewma sedema yekane ya vê tecrîdê baweriya Birêz Ocalan a ji aştiyê ye. Du sal in bi ti awayî têkilî bi Îmraliyê re nayê danîn. Dixwazin Birêz Ocalan bi gelê Kurd bidin jibîrkirin. Hûn ti carî nikarin Birêz Ocalan bidin jibîrkirin, hûn nikarin encamê bi dest bixin. Ji bo Birêz Ocalan karibe rola xwe ya dîrokî bi cih bîne, divê azad bibe. Azadiya Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd nebe nabe. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe demokrasî nayê vî welatî. Ji ber vê jî em ê têbikoşin û bixwedana xwe bi ser bikevin. Sala 2023'an wê bibe sala misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan."

Newroz bi stranên Bajar dewam dike.