'Bi ruhê berxwedana jinan wê civaka exlaqî bê afirandin'

Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku wê bi ruhê berxwedana jinan civaka exlaqî û polîtîk biafirînin.

'EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN JINÊN BERXWEDÊR'

Gerilayên HPG ê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ê cîhanê ji ajansê me re axivîn û gotin; “Em ê bi rihê berxwedaniya jinan civaka exlaqî û polîtik bidin avakirin. Ji ber ku cîvakbûn li derdora dayikê hatiye avakirin û em jî zarokê vê dayika pîroz in û neviyê dayika xwedawend in. Divê em li hemberî hêzên dagirkeriyê û faşîzmê hêza xwe ya berxwedaniyê bidin avakirin û hemû roj bibin rojê berxwedaniyê û ya dayikan.”

Gerilayê bi navê Mervan Kobanê dibêje ew di serî de roja 8’ ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz dike û didomîne; “Em ê meşa xwe ya azadiyê di riya jinê berxwedêr de berdewam bikin. Em zarokên dayîka pîroz û neviyên dayîka xwedawend in. Jinên berxwedêr kolatiya pergalê ji bo xwe ne pejirandin, ji bo azadiya xwe û ya civaka xwe dest bi têkoşînê kirin. Jinên berxwedêr di vê rojê de gelek meşên girseyî pêk anîne û hêza xwe ya berxwedaniyê danin holê û jî wê rojê heya roja me ya îro, ev roj weke roja jinên berxwedêr tê zanîn û divê hemû jinên berxwedêr li vê rojê xwedî derkevîn. Ez li hemberî berxwedaniya wan bejna xwe ditewînim û hemû şehîdê me yên şoreşê û jinê ku divê rojê de hatine qetilkirin, şewîtandin wan jî bi bîr tînim û bejna xwe li hemberî wan ditewênim.”

Kobanê di gotinên xwe de balê dikşîne şerê ku li hember jinan û ciwanan tê kirin û berdewam dike; “Di roja îro de jî şerekî bêhampa li ser jinan û ciwanan tê kirin. Dîxwazin di kesayetiya jinan de hemû civakan têk bibin û ev bi serê xwe talokeyeke gelekî mezin e.” Kobanê di dawiyê gotinên xwe de bang li tevahî ciwanan dike û di dawiyê gotinên xwe de dibêje; “Bangawaziya min ji bo hemû ciwanan û jinên ciwanan heye ku bila berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Ji ber ku em bi ramanê Rêber APO civakek exlaqî û polîtik bidin avakirin. Ramanê Rêber APO her roja ku diçe bandorek mezin li ser jinên Kurd û Rojhilata Navîn dike. Bi van ramanên Rêber APO jin bûn xwediyê îrade û îddîayên mezin. Bi wan ramanê azad li hemberî dagirkeriyê şerê xwe yê hebûnê dan, bêyî ku dudilî bibin. Heger em di vê serdemê de nebin xwediyê maf û hêz, em ê nikaribin di tu serdemeke din de bibin xwediyê maf û hêzê.”

'JIYANEKE BE RÊBER APO LI ME HERAM E'

Gerîlayê bi navê Zinar Raperîn jî bi van gotinan dest bi axavtinên xwe dike; “Roja 8’ ê Adarê roja berxwedaniyê ye û ez vê rojê li hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Ev roj bi berdelên giran jinan bi dest xistine, divê hemû roj weke vê rojê werin jiyîn. Hemû rojên me divê ji bo mirovatiyê bibin rojên pîroz.” “Rêber APO bi ramanê xwe hêza jinên berxwedêr bi me hemûyan daye nasîn. Rastiya jinê ji bo me bûye felsefe. Civakîbûn her dem li derdora jinan hatiye hunandin lê belê zilamê qurnaz û hişmendiyê dewletparêz vê civakbûna pîroz jî destê dayîkê girtiye. Bi keda Rêber APO careke din cîvakîbûn li derdora jinê tê honandin. Em ê li ser felsefe û ramanên Rêber APO meşa xwe ya azadiyê berdewam bikin.”

Raperîn dibêje divê ew li hemberî kolitiyê serî rabikin û weha berdewamdike; “Di hundirê pergala moderniteya kapîtalîzim de çiqasî jin bûye kole ew qasî zilam jî bûye kole. Divê li hemberî vê koletiyê em hêza xwe ya berxwedaniyê ava bikin. Weke milîtanên Rêber APO em zilamê paşverû qebûl nekin û em ê têkoşîna xwe geş bikin, li hemberî hêzên dagirkeriyê û faşîzmê. Rêber APO bi zanista xwe ve, vê bi me da zaîn. Her kes ji vê pergalê re koletî dike û divê mirov li hemberî vê pergalê hêza xwe ya berxwedaniyê bide avakirin. Koleyên berê bi darê zorê koletî ji bo xwe dipejirandin lê belê yên roja me ya îro bi daxwaza xwe koletiya pergalê ji bo xwe qebûl dikin. Divê mirov li hemberî vê koletiyê serî rakin û îrada xwe ya azad ava bikin.”

Gêrilayê HPG’ ê di dawiya gotinê xwe de weha dibêje; “Rastiya Rêbertî û tekoşîna wî îrada azad bi me re daye avakirin û bi vê îradeya azad em li hemberî dagirkeriyê şerê hebûnê didin. Heya ku em hebîn em ê li ser rastiya Rêber APO tekoşîna xwe bidin, ji bo mirovatiyê. Bi wesileya 8’ ê Adarê em ê tecrîda li ser Rêber APO bişkinîn. Heya ku em gêrilayên azadiyê tecrîtê neşkênin em ê di cihê xwe de ne rûnin. Jiyanek azad encex bi Rêber APO re tê jiyîn. Bê Serokatî Jiyan na be, bê Serokatî jiyan heram e.''