'Bi rêya derûnnasan dixwazin dawî li greva birçîbûnê bînin'

Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Gûrbet Yavûz diyar kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa H ya Bûrsayê bi rêya derûnnasan li gel girtî û malbatên girtiyan hevdîtin pêk tînin û dixwazin girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger berdin.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatine destpêkirin, didomin. Di vê çarçoveyê de li zêdetirî 60 girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê herî kêm 301 girtî di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Şaxê Amedê Gûrbet Yavûz têkildarî rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ne agahî bi ANF’ê re parve kir.

'TECRÎD SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE'

Yavûz da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hate destpêkirin di roja 106’an de didome û zêdetirî 60 girtîgehên Tirkiyeyê de jî 301 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Yavûz anî ziman ku di qanûnê her welatî de her mirov xwedî mafê jiyanek bi rûmet e û wiha axivî: "Di girtîgehên Tirkiyeyê de binpêkirinên mafan di asta herî jor de ye. Li gorî qanûn kî dibe bila bibe her girtî her roj dikare di qada vekirî de werzîş bike, dîsan 15 rojan carekê mafê hevdîtinê bi xizim û wasiyê xwe re dikare pêk bîne. Lê mixabin ev mafên rewa yên girtiyan nayê dayîn û ev maf tê binpêkirin. Yek ji van binpêkirinên mafan li Îmraliyê pêk tê. Sê sale tecrîdek girankirî li ser rêzdar Ocalan heye. Her wiha dîsan tu agahî ji girtiyên din yên li Îmraliyê nayê girtin. Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye û bi tu awayî tecrîd nayê qebûlkirin."

'LI GIRTÎGEHAN BINPÊKIRIN ZÊDE YE'

Yavûz destnîşan kir ku weke Platforma Şopandina Greva Birçîbûnê serdana Girtîgeha Amed, Xarpet û Meletî kir û bal kişand ser binpekirina mafên girtiyan ên li girtîgehan û wiha berdewam kir:

"* 3 girtiyên jin ên li Girtîgeha tîpa E ya Amedê di 16'ê Kanûnê de dest bi grevê kirin rastî cezayê dîsîplînê hatin. Di roja 67'an de çalakiya xwe berdewam dikin. Lê hêj karbonat nedane wan. 
 
* Li Girtîgeha tîpa D a Amedê 5 girtî di 16'ê Kanûnê de ketin greva birçîbûnê. Girtiyan piştî dest bi çalakiyê kir rastî cezayê dîsîplînê hatin. Hemû girtiyên çalakger xistin odeyekê û refaqetvanê wan tune ye. Kontrola tenduristiyê nakin. Di pidûyên hin girtiyan de birîn çêbûne. Kîlo winda kirine û tansiyona wan dadikeve. Di navbera 8 û 11,5 kiloyan de zeîf bûne. 
 
* Li Girtîgeha Tîpa T 1 a Amedê 5 girtî di 26'ê Kanûna 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine. Şopandina kontrola tenduristiya wan bi rêk û pêk nayê kirin. Ji ber hikûm xwarine bi wan re hevdîtin nayê kirin. Ji ber vê yekê bi girtiyên li odeya wan re hevditin pêk anîne. 
 
* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Xerpêtê di 16'ê kanûnê de 3, di 5'ê çile de 3 li Hêjmar 1'ê bi giştî 6 girtî ketine grevê. Girtî rastî cezayê dîsîplînê hatine û ji mafê xwe hatine bê par hiştin. 
 
* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2  jî di 26'ê Kanûnê de 3 girtî ketine grevê. Berê jî di 16'e Kanûna 2018'an de li navçeya Panosê di nava 5 girtiyên ketibûn grevê yek jî anîn Xerpêtê. Girtiyên ketine grevê hin ji wan di odeyan de û hin ji wan di hucreyan de tên girtin. Ahmet Tekîn ê di 26'ê Kanûnê de dest bi grevê kir, heta 05.02.2019'an  di hucreya yek kesî de hat girtin. Di 05.02. 2019'an de piştî Mahsum Ceylan  dest bi grevê kirin ew avêtin yek odeyê. Di 04.02.2019'an de piştî Reşit Teymur dest bi grevê kir ew avêtin yek hucreyê. Girtiyên ketin grevê dayîna şekir, xwê û vîtamîna B bê kontrol dan wan. Pişti roja 20'an Vîtamîna B1  dan wan. Girtiyên ketin grevê di nava 10 û 12,5 kiloyan zeîf bûne. 
 
* Li Girtîgehatîpa E ya Meletiyê vîtamîn nadin çalakvanan.

'LI BÛRSAYÊ 11 GIRTÎ DI ÇALAKIYÊ DE NE'

Yavûz destnîşan kir ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê zextan li ser girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de dikin û wiha got: "Di 9’ê sibatê de li Girtîgeha Tîpa H a Bûrsayê li gel miwekîlê xwe yê di çalakiya greva birçîbûnê de ye min hevdîtin pêk anî. Li Bûrsayê jî 11 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ji hin girtiyên din yên di çalakiyê de ne re jî min hevdîtin pêk anî. Li gorî girtiyan ragihand, rêveberiya girtîgehê bi rêya Derûnasan li gel girtiyan hevdîtinê pêk tînin û dîsan li malbatên girtiyan digerin û daxwaz dikin girtî dest ji çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdin. Dîsan girtiyan bilêv kir ku dê bi tu awayî dest ji çalakiya xwe bernedin û dê tu kes bi van polîtîkayên ji rêzê nekare daxwaza wan têk bibe."

BANGA HESTIYARIYÊ 
 
Yavûz bang li Wezareta Dadê û rayedarên hikumetê kir û xwest beriya ku bedena girtiyan zerar bibîne û girtî jiyana xwe ji dest bidin bi lez têkeve nava tevgerê û wiha bi dawî kir: "Ji bo vê yekê divê bi lez tecrîdkirina rêzdar Ocalan bi dawî bibe. Binpêkirina mafan berdewam dike. Li gel hemû giliyan hêj tecridkirina li ser Ocalan didome. Ji bo kes li girtîgehê jiyana xwe ji dest nede divî bi rêyê aştiyê û diyalogê ev pirsgirêk çareser bibe.”