Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bi raporekê binpêkirinên mafan û bêtedbîriyên li girtîgehên Wanê eşkere kirin

Di rapora li ser girtîgehên Wanê hate amadekirin de, hate diyarkirin ku ti tedbîrek yê xweparastina girtiyan ji şewba koronayê nehatiye kirin, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtiyan û Hikumxwaran (TUHAY-DER), li girtîgehên Tîpa T û F ên Wanê bi boneya xetereya vîrûsa koronayê (Covîd-19) serdanan pêk anîn. Her du saziyan rapora binpêkirina mafên girtiyan amade kirin û bi civînek çapemeniyê li avahiya ÎHD’a Wanê bi raya giştî re eşkere kirin.

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mûrat Melet di civînê de axivî û xwest girtiyên nexweş demildest werin berdan û wiha got: “Li girtîgehan tevdîrin li dijî koronayê kêm in. Girtîgeh ji bo tenduristiyê baş nayên kontrolkirin. Pêwîste ji bo lêkolîn û kontrolê heyetên serbixwe biçin girtîgehan û çavdêriyan bikin.”

Rêveberê ÎHD’a Wanê Mehemt Karataş raporê eşkere kir û wiha got: “Di têketina girtîgehan de wezîfedar bêmaske û rêgeza mesafeya civakî binpê dikin û hemû personel bê tevdîr tevdigerin. Li beşa rêveberiya girtîgehê jî personel bê maske dixebitin. Dezenfektan û lepik û maske her çiqas bidin perseonelan jî lê kêm in û têr nakin.”

Karataş, binpêkirina mafan ên li girtîgehê rêz kir û wiha got:

* Li Girtîgeha tîpa T a Wanê hêjmara girtiyan a li qawîşan pir zêde ye. Ji ber vê yekê pirsgirêka razandin, paqijiyê zêde ye. Qawîş hefteyê carekê tên dezenfektankirin. Lê di demên dawî de dezenfektan nayê kirin.

* Li Girtîgehên Tîpa T a Wanê, Girtîgeha Tîpa F a Wanê û Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, mafê girtiyan ên zagonî yên azadiya bi destxistina agahiyan ji destê wan hatiye girtin. Mafê wan ê spor- çalakiyên civakî û mafê tenduristî û termankirinê ji destê wan hatiye girtin. Li 3 girtîgehan, pîvan û rêgeza şertên fizikî li ber çavan nayê girtin. Li 3 girtîgehan di pêvajoya COVİD-19 mafê wan ê zagonî ji destê wan hatiye girtin. Li 3 girtîgehan alav û amûrên parastinê yên wekî rûpoş lepik û dezenfektanê bi pereyan difiroşin girtiyan. Li 3 girtîgehan dema girtiyan ji qawîşan derdixin piştî lêgerînê û şûnde lepik û rûpoş didin wan. Lê dema girtî diçin telefonê lepik û rûpoş nadin wan.

Mafê sohbet û sporê bi temamî hatiye rakirin.

* Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, di destpêka şewbê de her hefte hundirê qawişan dezenfektan dihat kirin û tenê personel ji bo dezenfektanê diketin qawîşan. Lê lêgerîna qawîşan rîska şewbê zêde dike. Li vê girtîgehê rûpoş û lepikan bi pereyan didin girtiyan. Dezenfektanên destan jî bi 37 TL û destmalkên biçûk ên bi alkon jî bi 15 TL didin girtiyan. Girtiyên ku înfaza wan daketiye bin salekê, nayên berdan. Girtiyên nexweş dema dibin nexweşxaneyên navçe û bajar 15 rojan dixin qerantînayê.

* Li Girtîgeha Tîpa F a Wanê qawîş ji 2 hefteyan carekê tên dezenfektankirin. Li heman girtîgehê dema girtiyê nexweş diçe revîr û nexweşxaneyê 15 rojan di qerantînayê de tê hiştin. Nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya zext û tundiyê li dijî girtiyan zêde ye. Mafê girtiyan ên kargo dereng tên bersivandin. Name u pirtûkan dereng didin wan. Mafê azadiya agahiyê tê binpêkirin. Mafê girtiyan ên zagonî hatine sînorkirin.