Bi Ocalan re hevdîtin pêk hat
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê hevdîtin pêk anîne.
Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Imraliyê hevdîtin pêk anîne.
Daxuyaniya Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê wiha ye:
''Malbatên miwekîlên me yên ku li Girava Imraliyê têne girtin, yên Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar û Birêz Veysî Aktaş bi çarçoweya serdana malbatê îro bi miwekîlên me re hevdîtin pêk anîne. Bi hurmet ji bo raya giştî radigihînin.''