'Bi kamerayên MOBESE Colemêrg kirine girtîgeheke vekirî'

Dewleta Tirk li hemû kolanên navend û navçeyên Colemêrgê, kamerayên Entegrasyona Sîstema Elektronîk a Mobîl (MOBESE) bi cih kiriye. Welatî ji vê rewşê aciz in û dibêjin, Colemêrg kirine girtîgeheke vekirî.

Li navenda Colemêrgê û navçeyên Gever, Çelê û Şemzînanê, hejmara kamerayên MOBESE hatin zêdekirin. Di serî de li navenda bajarê Colemêrgê, li hemû kolanên taxan ev kamera hatine bicihikrin. Ev kamerayên ku dikarin bi 365 dereceyan li dora xwe bizîvire û dîmen bikişîne, welatiyên bajêr gelekî aciz dikin. Welatî dibêjin, sedema danîna van kamerayan, tirs e.

WELATÎ TÊN ŞOPANDIN

Dikandarekî li Colemêrgê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, wan bandoreke erênî ya kamerayên hatine danîn heta roja îro nedîtine. Esnaf got, "Rayedar dibêjin, wan ev kamera li dijî dizan bi cih ikrine. Lê belê me fonksiyoneke bi vî rengî ya van kamerayan nedîtiye. Diz ti carî nehatine girtin. li serê her tax û kolanê bi dehan kamerayên MOBESE hene. Bi van kamerayan me dişopînin û zexteke psîkolojîk li me dikin."

RÊ LI BER SÛC Û DELÎLAN VEDIKE

Ciwanên ji Colemêrgê jî dibêjin, kamera pêşî li azadiya wan digire û wiha dewam dikin: "Her kêliya me, jiyana me ya taybet, bi rengekî zindî ji aliyê hinekan ve tê şopandin, temaşekirin. Dema ku bixwazin ciwanan bigirin, dîmenê kamerayekê nîşandidin û yekser digirin. Car carna dîmen û wêneyê kamerayekê bi cihekî din ve tê bicihkirin û  bi vî rengî weke delîlan pêşkêş dikin. Dema ku du kes li hev dicive, yekser polîs tên cem wan û bi gotina 'hûn çi dikin, hûn ê çalakiyê bikin' wan tacîz dikin. Sedema van hemûyan ew e, ku Colemêrg bajarê Kurdan e."