Bi kamerayên Gerîla TV, dema ku gerîla li leşkerên Tirk dixin
Gerîlayên HPG'ê dîmenên çalakiya 15'ê Gulanê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê dema ku li artêşa Tirk dixin, weşand.
Gerîlayên HPG'ê dîmenên çalakiya 15'ê Gulanê ya li navçeya Qilaban a Şirnexê dema ku li artêşa Tirk dixin, weşand.
Di dîmênan de ku ji aliyê Gerîla Tv ve hatî weşandin xuya dike ku gerîla li leşkerên Tirk yên ku li ser girê Şehîdan a Qilabanê ne dixin.
HPG-BİM beriya niha têkildarî çalakiyê daxuyaniyek dabû û ev agahî parvekirîbû:
"Roja 15'ê Gulanê seat 16:00'an hêzên me, li dijî leşkerên ku li ser girê Şehidan yê navçeya Qilabana Şirnexê bi cih bibûn çalakiyek lidarxistin. Di vê çalakiyê de kuleya gir bi çekên giran û bi awayekî bi bandor hatiye hilweşandin. Li aliyê din kepçeya li gir, mewzî û konteynir derb xwarine. Di vê çalakiyê de 4 leşker û ajokarê kepçeyê hatiye kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm bi topên obûs û hawanan bombe kiriye.’’