Bi hezaran kes tevlî merasîma veşartina şehîdên Şengalê bûn

Dewleta Tirk a dagirker îro êrişî Şengalê kiribû û di êrişê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûbûn. Cenazeyê şehîdan bi merasîmekê hate veşartin.

Balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker îro saet derdora 12.00’an de li navenda Şengalê li rêya sûka kevin wesayîtek YBŞ’ê bombebaran kir. Fermandariya YBŞ’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di êrîşê de Fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen, birazîyê wî û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd bûne û 3 sîvîlên bi navê Medya Qasim Simo, Şamir Abbas Berces, Mîrza Alî jî birîndar bûne.

Cenazeyên Fermandar Seîd Hesen û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda piştî ku veguhestin nexweşxaneya Şengalê, ji bo otopsiyê birin Musilê. Cenazeyên Seîd Hesen û Îsa Xwedê de di vegera otopsiyê de li ser riya Telafer ji aliyê sedan kesan ve bi karwanekî seyareyan hatin pêşwazîkirin

Cenaze piştre bi karwanê seyareyan birin mala malbatên Hesen û Xwedêda. Piştre jî cenaze bi karwanekî mezin û tevlibûna hezaran kes birin Goristana Şehîdan a Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê.

Cenazeyên her du şehîdan di bin dirûşman de gihişt şehîdgehê û li vir ji bo cenazeyên şehîdan merasîmek leşkerî hat li darxistin. Piştre li ser navê Fermandariya YBŞ,YJŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê axaftin hatin kirin.

Di destpêkê de li ser navê Fermandariya YJŞ’ê Viyan Hebabî axivî. Hebabî got, “Di vê meha Tebaxê ya reş de, bi êşek mezin, lê bi kîneke mezin em du qehremanên xwe dispêrin axê. Hevalê Seîd di nava civaka Êzidî de gelek dihat hezkirin. Ji bo gelê Êzidî destê xwe bide hev û bibin tifaq, her wiha ji bo tolhildana fermana 73’an şev û rojên xwe kiribû yek û di nava têkoşînê de bû. Hevalê Îsa jî ji destpêka fermanê ve di nava têkoşînê de bû û heya roja dawî di nava vê têkoşînê de li ber xwe da.”

Fermandara YJŞ’ê Viyan Hebabî diyar kir ku êdî tu hêviya wan ji hikûmeta Iraqê nemaye û got; “Pêwîst e hikûmeta Iraqê li hemberî van êrişan bêdeng nemîne, lê em ê hêviyên xwe ji hikûmeta Iraqê qut bikin. Eger dewletek bi navê Iraqê hebe, wê dewleta Tirk a dagirker û faşist nikaribûya sînorên wê derbas ke û gelê me bike hedef.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Heso Îbrahîm jî axivî û diyar kir, Şehîd Seîd ji malbatek berxwedêr û têkoşer bû. Heso got, “Malbata heval Seîd û heval Îsa di dîrokê de li ber xwe dane. Çawa di dîrokê de bav û kalên wan li ber xwe dan, îro jî Heval Seîd û Îsa li ber xwe dan. Her du heval ji binemala Mihemayê Evdo bûn. Herkes dizane ku çawa Mihemayê Evdo êrişê ser artêşa Ferîq Paşa kir û civaka Êzidî diparast.  Her du hevalên şehîd ji dema fermanê heya roja îro bi heman şêwazî gelê Êzidî parastin.”

Piştî axaftinan cenazeyên şehîdan bi dirûşmên “Şehîd namirin” de spartin axê û merasîm bi dawî bû.