Bi hezaran kes li Hewlêrê xwedî li Efrînê derketin

Li Hewlêrê bi hezaran kes li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Bi pêşengiya Komîteya Piştgiriya ji bo Efrînê, bi hezaran kes li Hewlêrê meşiyan. Girseya gel li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê li hev civiya û bi qîrîna dirûşmên "Kujer Erdogan", "Dîktator Erdogan", "Hebin hevparê sûcê li dijî mirovahiyê yê ji aliyê Erdogan ve tê kirin" meşiya.

BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HATE KIRIN

Bi navê komîteyê li vir axaftin hate kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku herêmê li firîna balafirên şer ên Tirk qedexe bike û pêşî li komkujiyan bigire. Qisekeran destnîşan kirin, eger ev yek neyê kirin wê Neteweyên Yekbûyî bibe şirîkê komkujiyên ku artêşa Tirk dike.

Çalakger piştî axaftinan ber bi konê sersaxiyê yê şervanê Hewlêrî yê li Efrînê şehîd bû hatiye vedan, meşiya.