Bi hezaran kes ji bo Şehîd Helmet, Şahîn û Devran meşiyan

Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Şahîn û Devran ên 5’ê Tîrmehê di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbûn, li Qendîlê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet), Abdulkadir Aslan (Şahîn) û Mûrat Gunduz ( Devran) ên 5’ê Tîrmehê di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbûn, li Qendîlê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

BI HEZARAN KES BI KONVOYÊ BERÊ XWE DAN QENDÎLÊ

Di saetên sibê de ji bajarê Kerkûk, Silêmanî û Hewlêr ên Başûrê Kurdisan dîsa herêma Raperîn bi hezaran kes, ji bo tevlî merasîma li Qendîlê bibin berê xwe dan herêmê.

Piştî konvoyê bi hezaran kes gihiştin Qendîl dest bi meşê kirin.

Di meşê de li gel hildana wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Şehîd Dr. Sîrwan û Şehîd Viyan Soran, her wiha alên PKK’ê û KCK’ê dest bi meşê kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Heval Helmet Namire’û ‘Şehîd Namirin’ qîr kirin.

Meşa di rêzên pêş de jinan cihê xwe girtin, xuşka Şehîd Diyar Xerîb jî cih girt.

Girseya ku gihişte Şehîdgehê, malbatên şehîdna gul danîn ser goristanê.

PDK’Ê RÊ NEDA KU WELATIYÊN MEXMÛRÊ TEVLÎ MERASÎMÊ BIBIN

Li aliyê din welatiyên ji Kampa Penaberan a Mexmûrê xwestin tevlî meşê bibin, ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin.

Di saetên sibê de welatiyên Mexmûrê ji bo tevlî merasîmê bibin bi konvoyekê ber bi Herêma Raperînê ketin rê. Welatiyên Mexmûrê ji aliyê Asayîşa PDK’ê ve hate rawestandin û rê nehate dayîn. Piştî ku demekê welatî hatin sekinandin piştre rawestiyan.