Bi gerîlayekî ‘Mazlûm’ re cıvata li gel çayê..

Bêyî ku bizanibim ku goreya naylonî ya di piyê min de di dema meşê de wê çendî min biêşîne, bêyî ku bi Soranî bizanibim, ber bi bilindcihên çiyayê sernetewîn ên Zagrosan ve dimeşin, a rast hewl didim ku bimeşim.

‘’Bêyî ku bizanibim ku goreya naylonî ya di piyê min de di dema meşê de wê çendî min biêşîne, bêyî ku bi Soranî bizanibim, ber bi bilindcihên çiyayê sernetewîn ên Zagrosan ve dimeşin, a rast hewl didim ku bimeşim. Ji bo mirovên ku ji ber ku gundê wan hatiye şewitandin koçber bûne, ji ber wan mirovên ku ji bilî bendawiriya ku dema vegeriyan xwarinê bibin malê ti hêviya wan nîn e dimeşim, ji ber ku Kurd in, ji ber ku Kurd im dimeşim. Ber bi mala xwe ya duyan ve dimeşim ku bi salan ez ê lê bimînim û bêyî ku çeka min hebe ez ê êdî nikarim xwe di ewlehiyê de bimînm, ber bi Zapê ve dimeşim.. Hîç bendewariyeke min nîn e ji pirsa, ‘ev rê wê kengî biqede?’’. Piştî bi demeke dirêj ez ê fêhm bikim ku ev rê wê pir bidome. Tenê bi daxwaza wan kesên ku têne çiyê, bi daxwaza ku hinekî bêhna xwe bidim û lingê xwe bidim ber hewayê dimeşim. Her çendî nizanibim ku rê wê pir bidome jî, ji fêhmkirina ku wê rê pir bidome, ji ber ku bikaribim êşan ragirim, bi ponijîn, bi hêviya kesên ku li pey min mane bi bîr bînin û behsa min bikin…’

Ez neçar dimînim ku gotina Heval Mezlûm li vir bibirim ku beriya hevdîtina behsa tevlêbûna xwe ya li PKK’ê dikir û bi helbestî digot, ‘’xwezî wextê min hebûya û min binivîsanda’. Ji ber ku pirsên min hene. A rast hin tişt têne meraqkirin.

 

Erê, piştî çayê ez dibêjim gerîla Mazlûm ku em dest bi karê xwe bikin. Dema ku Mazlûm çay vedixwar, cıvata ku me kirî ji mêj ve min qeyd jî kiribû. Di serî de yên ku min gotin jixwe destpêka civatê bûn. Di dema çayê de dor hinekî hatibû ser pirs û bersivan.

-Tim dema ku behsa jiyana gerîlaya ya li çiyayên Kurdistanê tê kirin behsa jiyana li çiyayan, şer û dijwariyan tê kirin. Ji bo vê tê çi bibêjî?

Mazlûm: Hin jê aciz dibin.

-Aciz dibin? Yanî bêyî ku tiştekî bikin rûdidin?

Mazlûm: Rast e.

-Baş e, dibêjin tim birçî ne.

Mazlûm: Nexêr

-Serma..

Mazlûm: Nexêr

-Rahiştine çenteyên têra xwe giran..

Mazlûm: Nexêr

-Mazlûm piştre bersiveke bi giştî dide:

 ‘’Destpêkê bi wan giran tê têkoşîna bûye sîstem, jiyan fêhm bikin. Ev normal e. Wiha xeyal dikin ku tim li çiyan dimeşin, bi dijmin re şer dikin, tim diçin û tên. Ji nedîtî ve tên ji bo ku werin wê qonaxê pêdivî bi dem û perwerdehiyê heye. Ji ber ku dema ji bo perwerdehiyê  weke bendêmana li fersenda ku tîrê li nêçîra xwe bixin fêhm dikin bivênevê di dinyaya wan de tengijînek çêdibe. Hin jê rûdinin sê danan xwarinê dixwin, hin jê bi meşê sê danan xwarin dixwin. Birçîbûn helbet mirov qebûl dike, tê jiyîn û dema ku tê jiyîn jî bêyî ku gazin were kirin bi şanazî bi berxwedanê tê pêşwazîkirin. Ez bibêjim gerîlayên wiha hene ku bi rengekî westiyayî û birçî bi dijmin re şer dinkin û gihaştin cem hevalê xwe wiha bi xwedşî dibêjin, hûn jî fêhm bikin.

 

Wek ku em tim li ser berfê radizin..Cemedan, baranîk, kon… yek ji van hebe, ma mirov çiyê dî bixwaze. Heke ev nebin jî tu yê pişta xwe bidî hevalekî, kabên xwe jî ber bi xwe ve bikişînî temam e. Helbet ne weke xewa li bajaran e lê bi helwesteke wiha ye weke ku were gotin, kêfa min wiha çak û pak e. Ango rehetî û dijwariya wê jî ne domdar e. Di jiyana her kesî de dijwarî hene. Rêgezên jiyana li vir jî hene. Ferq ev e: Li vir her kes bi dildarî rêgezan bi cih tîne.’’

-Tê gotin pratîkên gerîla li Başûr û Bakurê Kurdistanê cuda ne, weke eniya pêş û paş lê tê nerîn.

Mazlûm: Nexêr

-Tê gotin gerîlayên ku tim ber bi jor ve hildikişin herî pir hez dikin ji berjêr bimeşin.

Mazlûm: Nexêr

-Min bihîstibû ku şal û şapik havînan mirov bêhnteng dikin. Ji bo sezona havînî qumaşê tenik tê fikirandin? (Bêyî ku wiha biêjim, bi mebesta ku meraqa xwe bişkînim lê weke ku poşman bûm)

‘’(Bi bêhntengî) Ma hevalê me wilo tazî li otalixê bigerin?.  Başûr-Bakur, Çiya-Bajar ji bo ku li her deverê em bersivê bidin faşîstan di şer de ne. Eniya her şerî heye. Lê ev nayê wê maneyê eniya paş derî şer e. Artêşa Tirk her tiştê xwe li ser şerê teknîkê ava kiriye. Dema ku em li dijî van robotan şer dikin hinekî dî zehmetiyê dibînin û hew.

Em bi heneka ‘ma gay rêka berwar nîn e’ bersivê didine vê pirsê. Li cem gerîla hilkişîna bi jor ve ji bo gelekan hêsantir e. Dema ku ber jêr ve dimeşin ji ber ku zextê li paqan dike û ji ber çenteyê li pişt hinan zêdetir diwestîne. Helbet hilkişîna bi jor ve ne hêsan e lê daketin jî ne wiha hêsan e.’’

 

Ber bi dawiyê ve wiha dibêje:

 

‘’Şaş fêhm neke Mahîr, di mijara kincan de min henek kirin. Berê qumaşê ku ji bo cil û bergê gerîla dihate bikaranîn tevlîhev bû. Her qad li gorî cihê lê qumaşê guncan, an jî ya ku bi dest diket hildibijart û li xwe dikir. Helbet sûda kincê tenik heye. Lê dezavantej zêde ye. Ji ber ku li daristanê zû diqetin. Ji ber pirrengî û zû diqetin cilên ku me tim pîne dikirin bûne cilên yek tîp. Tenê ji kincan jî mînakê bidim, gerîla ne weke ku ew şaş pê dizanin, li dijî sîstema faşîst hêzeke wiha ye ku şerekî pirhêlî dikin. Ne gotina rêxistin, ne partî, ne pêkhate, tevger têrê nakin ku PKK’ê pênase bikin. Şêwazeke wê ya wiha heye ku van hemûyan li pey xwe dihêle. Niha tenê em dikarin jê re Hêz bibêjin.’’