'Bi gerîla nikarin bela xwe li malbatan didin'

Artêşa Tirkiyeyê ya ku li hemberî gerîlayên HPG’ê bê çare maye û bi gerîlayan nikare, bela xwe li malbatên gerîla û şehîdan didin.

2’ê Mijdara 2012’an gerîlayên HPG’ê li ser Qereqola Jendermeyan a Duru (Engul) ya Licê de girtin û tevahiya qereqolê bidest xistin. Di encama serdegirtinê de 26 leşkerên Tirkiyeyê hatin kuştin, tanq, wesayîtên zirxî û doşkayên artêşê hatin rûxandin. Di dema serdegirtinê de jî 3 gerîlayên HPG’ê bi canfedayî şehîd ketin û yek ji van jî gerîlayê HPG’ê Mehmet Nazil Demîr (Zerdeşt Pirhat) bû. Dewleta Dagirker ya ku li hemberî gerîla bê çare maye, li dayik, bav û hemû ferdên malbata Demîr doza xwînê, tanq û zirera qereqolê vekirin û ji malbatê tenzîmatê dixwaze.

‘BILA DEWLET KURÊ MIN BINE EZ Ê PEREYÊN XWÎNA WAN BIDIM’

Dayika gerîlayê şehîd yê HPG’ê Mehmet Nazil Demîr, Murvet Demîr bertek nîşanî dozê da û diyar kir ku  ji ber polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk di sala 1988’an de ji gundê wan ji aliyê leşkeran ve hatiye valekirin. 

Dayik Demîr dibêje ji gundê xwe koç kirine jî ji zilma dewletê xelas nebûne û wiha axivî: “Di sala 2012’an de gerîlaya avêt li ser qereqola Engulê di serdegirtinê de jî kurê min Mehmet Nazil Demîr jî di nav de hebû û kurê min di serdegirtinê de şehîd dikeve. Dewlet piştî çar salan û vir de doza xwîna leşkeran, tanq û zirera qereqolê li min û hevserê min û tevahiya zarokên min vekiriye. Cara duyemîn em diçin dozê û dewlet nayê dozê. Doz hate betalkirin dîsan ji nûve doz li me vekirîne. Ez jî li dewletê gilî dikim, lê ez daxwaza xwînê nakim ez daxwaza kurê xwe dikim. Bila dewlet jî Mehmet Nazilê min bîne. Evder axa me ye û li ser axa me dozê li me vedikin. Eger zilm nebûya dê kurê min jî neçûbûya serê çiyayê Kurdistanê. Madem me ji hevdû mirov kuştine, bila dewlet kurê min bine ez jî pereyê xwîna wan bidim.”

‘DI NAVA XWÎNA KURDAN DE DÊ BIFETIN’

Demîr da zanîn ku heta dewlet li gel vî fikrê xwe yê dagirkirinê be dê ti wextê doza vî welatî neqede û ev tişt got: “Bi rengî biçe ti carê ev şer naqede û birînên vî welatî nayên dermankirin. Xwîna zarokên vî gelî ne erzan e, zarokên vî gelî dibin li dijî zarokên me didin şer kirin. Ev şereke zarokên wan jî jiyana xwe ji dest didin û zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Vê carê jî dewlet li ser xwîna zarokên xelê dozê li malbatên gerîla vedikin. Xwedê em jî dane û wan jî daye, evder axa bav û kalên me ne. Teqes dê rojek ev xwîn bidawî bibe û doza Kurd dê biserbikeve û dê dagirker di nava xwîna Kurdan de bifetisin. Bila dewlet vê yekê jî baş zanî be.” 

‘HEQÊ XWÎNA KURDAN’

Birayê gerîla HPG’ê Mehmet Nazil Demîr, Siyabend Demîr jî anî ziman ku ev bûyer di 2’ê Mijdara 2012’an de pêkhatiye û piştî pênç salan û vir de doz li wan hatiye vekirin. Demîr bilêv kir ku heger zilim li ser vê axê tinebaya dê birayê wî jî tevlî gerîla nebûya û wiha pê de çû: “Di qereqola Engulê de sê ciwanên Kurd şehîd ketin. Di pevçûna Engulê de 26 leşker jî hatin kuştin û qereqol temamî hate rûxandin. Piştî 5 sal û vir de artêşa Tirk li tevahiya ferdên malbata me doz vekirine û daxwaza xwîna leşkeran û zirera qereqolê li me dike. Dinya hemû jî dizane dema du malbat li hevdikevin û mêran ji hev dikuje daxwaza xwînê li hev vedikin. Piştre jî divê di nava wan malbatan de li hevhatine çêbe, heger li hev hatin dê daxwaza xwînê bêkirin û ew jî berdelê xwînê dide. Lê belê ev ne malbatên bişerin. Li dijî dagirkeriyê û zilmê şerê mafî û edaletê heye. Heger dewlet doza xwînê dike, ez ji daxwaza birayê xwe dikim. Divî şerî de birayê min jî şehîd ketiye. Ka tola birayê xwe em ê ji kê bistînin? Tolê encax bi şopdarê doza wan em bistînin. Heta hişmendî ev hişmendî be dê ev doz bidome. Divê dewlet despêkê heqê xwîna Kurdan bide. Piştre heger me zilm û bê mafî li wan kirîbe em ê jî heqê xwîna wan bidin...”

‘DOZA ME DOZA HEQÎQETÊ YE’

Demîr bilêv kir ku li hemû ferdên malabata wan doz hatiye vekirin û ev tişt got: “Ji biçûkan bigre heta mezinê me yê malê hemûyan doz hatiye vekirin. Doz ne tenê li me hatiye vekirin lî malbatên herdu gerîlayên din jî hatiye vekirin. Di vê dozê de artêş û dewlet bûye yek û yê me jî parêzerê me jî tineye. Birê min ji dewleta Tirko re jî leşkerî kirîbû, gelo çima û ji bo çî tevlî gerîlayan bû? Li ser vê axê zilm heye û birayê min jî riya heqîqetê tercîh kir. Heger hûn madarin û mîrov bûna, birayê min leşkeriya te kirye dê çima biçe li hemberî te şer bike? Doza me doza heqîqet û edaletê ye em ê heta dawiyê li pey doza xwe bin.”

‘DEWLETA TIRK TÊK ÇÛYE’

Demîr destnîşan kir ku dewleta dagirker di hemû aliyan de êrîş dike û wiha got: “Li ser gel şerê pîskolojîk, aborî, çandî û civakî dide meşandin. Di du salên dawî de dewleta Tirko êdî nizane çi bike û li her aliyê de êrîş dike. Ev jî tê wateya têkçûnê û dê têk jî biçe. Niha êrîşî Efrînê jî dike û gefan li Kurdan dixwe. Wile heyran ti kes nayê li ber lingê de xwe radestî de nake. Evder warê me ye û em li ser axa xwe dijîn. Çawan li Kobanê têkçûn dê li Efrînê jî têkbiçin. Ji ber ku em heqlîne û doza me ya edaletê ye. Tirkiye û hemû aqilmend li derdora Erdogan kombûne û ji bo ji dest nece. Lê belê bila xwe nedin zorê ji xwe ji zûde ji dest çûye.”