Bi destê kelepçekirî êşkence li girtiyan kirin
Gardiyanan li Girtîgeya Tîpa L a Patnosê êrîş bire ser 3 girtiyan. Hate ragihandin ku ji girtiyan 2 destê wan şikestiye û li ser serê wan jî şopên êşkenceyê hene.
Gardiyanan li Girtîgeya Tîpa L a Patnosê êrîş bire ser 3 girtiyan. Hate ragihandin ku ji girtiyan 2 destê wan şikestiye û li ser serê wan jî şopên êşkenceyê hene.
Girtîgeha Tîpa L a Patnosê, gardiyanan li girtiyên bi navê Bîlal Babahan, Vedat Kalin û Ferît Kaşçi dan.
Malbatên girtiyan ku çûn hevdîtina wan, ragihandin ku gardiyanan destê wan bi pişt ve kelemçe kiriye û li wan dane.
Malbatan, ragihand ku ji ber lêdana gardiyanan milên 2 girtiyan şikiyaye û di serê wan de şopên lêdanê çêbûne.