'Bi Clara Zetkîn dest pê kir, bi Leyla Guven geş dibe'

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê li çiyayên azad ên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin.

Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê li çiyayên azad ên Kurdistanê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nirxandin.

8'Ê ADARÊ EW ROJ E KU JINÊ ÎRADEYA XWE NÎŞAN DAYE

Gerîlaya YJA Starê Bahar Zagros: 8'ê Adarê ew roj e ku jinan îradeya xwe nîşan dane. Ji bo me ne tenê rojek, roj hemû yên jinan e. Têkoşîn û berxwedana jinan ji roja destpêkê heta niha di şexsê Leyla Guven de dewam dike. Wezîfeya me hemûyan e ku xwedî li vê berxwedanê derkevin û bidomînin. Ev yek di heman demê de têkoşîna xwebûnê ya jinê ye. Em 8'ê Adarê li Rêberê xwe û di şexsê jinên berxwedêr de li jinan hemûyan pîroz dikin. Jin wê bi berxwedana xwe tecrîdkirina Rêbertî bi dawî bikin.

'JIN BI HEBÛNA XWE XWEDÎ LI RÊBERTÎ DERDIKEVIN'

Gerîlayê HPG'ê Şoreş Andok: Jin çiqasî azad bibin mêr jî wê ewqasî azad bibin. Ji ber ku tevgera me jinê weke hêza pêşeng dibîne. Eger têkoşîna jinê îro li dinyayê belav dibe ev yek bi saya Rêbertî ye. Bi saya Rêbertî û şehîdên me ne. Rêberê me îro tecrîdkirî ye û jin bi hebûna xwe li dijî tecrîdê têdioşin. Dibêje 'Rêbertî nûnerê hebûna min e'. Dema ku hevala Sema çalakiya fedayî kir, hevalê Fîkrî Baygeldî ev yek ji xwe re weke fermanekê qebûl kir û çlakî pêk anî. Niha jî piştî Leyla Guven Nasir Yagiz dest bi greva birçîbûnê kir. Ev yek destketiya jinan e.

'LEYLA BI BERXWEDANA XWE SEMBOLA JINÊN AZAD E'

Gerîlaya YJA Starê Şîlan Kobanê: 8'ê Adara 2019'an ji bo jinên Kurd xwedî cihekî taybet e. Jin pêşengiyê ji vê pêvajoya berxwedanê re dikin. Em niha jî ji bo mafên jinan têdikoşin. Leyla Guven bi berxwedana xwe sembola jinên azad e. Berxwedana wê li her deverê belav bûye. Em, YJA Star wê berxwedanê bidomîne. Îsal wê bibe sala azadiya Rêber Apo.

'ÇALAKIYÊN JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ ZÊDE DIBIN'

Gerîlayê HPG'ê Sîpan Serhat: Berxwedana ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêbertî ku bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir, ji aliyê Nasir Yagiz ve hate dewamkirin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê bedena xwe dan ber mirinê. Navê PKK'ê û berxwedan her tim bûne yek.