Bi çekên giran li dagirkeran hate xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Avaşînê bi çekan giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wisa ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 18’ê Tîrmehê de saet di 16.40’an de li qada Girê Silêman bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Bi awayekî xurt li çepereke dagirkeran hate xistin.

Li çeperên şer û tunelên qada Werxelê berxwedana dîrokî ya hêzên me didome. Di 18’ê Tîrmehê de heta şev dagirkeran bi gaza jehrî û mîktareke zêde ya teqemeniyan êriş kirin lê tu encam bi dest nexistin.

Di 18’ê Tîrmehê3 de saet di navbera 22.50 û 00.30’an de li qadên Mervanos, Tabûra Ereban û Girê Silêman helîkopter geriyane. Qadên Girê Sor û Stûnê jî bi helîkopterên êrişê hatine bomberdûmankirin.

Di 19’ê Tîrmehê de saet di 09.10’an de li qada Girê Sor dema ku dagirkeran xwestine nêzî çeperên şer bibin li wan hate xistin û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Saet di 09.40’an de dagirkeran dîsa hewl dane êriş bikin û hêzên me dîsa li wan dane û dagirker neçar mane vekişin. Dagirker ji Qereqola Sîvrî jî qada Girê Sor bomberdûman dikin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêmên Heftanîn û Metînayê;

Di 17’ê Tîrmehê de saet di 06.10’an de li qada Girê Dûpişk a herêma Heftanînê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Bi awayekî bi bandor li çeperên dagirkeran hate xistin.

Di 18’ê Tîrmehê de saet di navbera 22.30 û 01.00’an de helîkopter li qada Qaşûra ya Metînayê geriyane. Helîkopterên êrişê gundên Kêste û Hirorê yê Kanî Masiya Amêdiyê bomberdûman kirine. Li Li herêma Zapê;

Di 18’ê Tîrmehê de saet di navbera 00.00 û 01.00’an de ji qereqolên li ser sînor bi obusan qada Çemçoyê hatiye bomberdûmankirin.

Di 19’ê Tîrmehê de saet di navbera 09.30 û 10.00’an de qadên Çemço û Sîdayê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di van bomberdûman û êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye.”