'Bi çek û kepçeyan didin nava Çavkaniyên Mûnzûrê'

Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu li Çavkaniyên Mûnzûrê lêkolîn kir û diyar kir ku dewlet bi çek û keçpeyan dide nav çavkaniyan. Onlu got, "Ev êriş nayê qebûlkirin."

Li navçeya Pulurê ya Dersimê li dijî projeyên ku Çavkaniyên Mûnzûrê kiriye hedefa xwe helwest zêdetir dibin, ku Çavikên Mûnzûrê weke mekaneke pîroz a Elewiyan tê dîtin.

Ji ber sedema projeyên rantê yên ketin û derketina ziyaretgehê biqest têne sînordarkirin. Li qadê dorpêça zêde ya polîs û leşkeran heye.

Wekîlê HDP'ê yê Dersimê Alîcan Onlu ku lêkolîn li Çavkaniyên Mûnzûrê Mûnzirê kir, diyar kir ku hikûmet bi çarçoweya asîmîlasyonê guherînek kiriye.

Onlu got, "Tişta ku jê re veberhênan tê gotin beriya bi 38 salan li vê xakê hatiye kirin. Bi gotina rê, rêyên bejahiyê, şaristanî ji bo ku vî gelî ji koka wê ya dîrokî qut bikin hate kirin."

Onlu bi dewamî ragihand, "Bi tank, top û kepçeyan didin nava navendeke bawriyan. Ev zîhniyet ji bo vî gelî, ji bo vê xakê zîhniyeta hilweşandinê ye. Bêhurmetî li ziman, bawerî û nasnameya gel tê kirin. Serokê Giştî yê AKP'ê di dema Berxwedana Gezî de bi derewîn gotibû ku bi pêlavê ketine hundirê mizgeftan. Lê niha bi çekan dikevin Çavkaniyên Mûnzûrê."

Onlu destnîşan kir ku ev êriş nayê qebûlkirin.